ROJEVA 05'Ê HEZÎRANA 2025'AN

  • 09:00 5 Hezîran 2025
  • Rojev
 
* Peymana Civakî ya Jinê, bi pirsa dê jin di kijan civakê de bijîn de derket holê. Dû re bi xwe re rêgezên avakirina civaka demokratîk anî ziman. Nîqaşên demên borî niha bû bingeha nîqaşên îro a li ser avakirina civaka aştî û demokratîk. DOSYA 
 
* Hevseroka giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag derbarê pêvajoya aştiyê de axivî û got: “Luksa ku pêvajo ji însafa serdestan re bê hiştin duh jî tunebû îro jî tuneye. Em ê bi îradeya têkoşînê û enerjiya guherîna civakî nîşan bidin û çareseriyê pêk bînin.” 
 
*Di mîtîna ku HDP’ê pêk anî de DAIŞ’ê êriş pêk anî û di teqînê de 4 kesî jiyana xwe ji dest da û 2010 kes jî birîndar bûn. Tevî di ser teqînê de 10 sal derbas bû cezayên pêwist li gumanbaran nehatin birîn û der barê ku edalet pêk bê de gav nehatin avêtin.
 
*Masiyên Încî Kefalî ku her sal navbera mehên Nîsan û Trîmehê de koça xwe dikin îsal bi germbûna hewayê re koça wan dest pê kir. Bi hezarna kes ji bo vê koçberiyê temaşe bike diçin Benda Masiyan a Erdîşê. BI DÎMEN
 
*Esnafên jin der barê krîza aborî de axivî û gotin: “Her kes hatiye ber îflasê. Tevî cejnê karê me nabe. Ji 100 muşteriyan 10 heb dan û stanê dikin. Ji ber pere bi mirovan re tuneye. Em rojekê kar nekin nan tune em bibin mala xwe. Em nizanin ku wê ji vê krîzê re çareseriyek çawa bê dîtin.” BI DÎMEN