
Cezayê hepsê li 6 jinan hat birîn
- 14:41 4 Hezîran 2025
- Hiqûq
WAN - Di sala 2019'an de ji bo 6 jinên ku li dijî tayînkirina qeyûman çalakî li dar xistin, her yek ji wan 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Di sala 2019'an de Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Wanê der barê hevseroka berê ya HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak û her wiha Ayşe Mînaz, Hatîce Denîz Aktaş, Şehzade Kûrt, Seher Kadîroglû û Leyla Balkan de ji ber protestokirina tayînkirina qeyûman li şaredariyan cezayê girtîgehê birî. Rûniştina biryarê ya doza ku bi îddîaya 'Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a hejmar 2911 binpê kiriye' hatibû vekirin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê pêk hat. Jinên tên darizandin ne amade bûn, parêzerên wan di danişîna ku dozgeriyê nêrîna xwe ya li ser daxwaza ceza pêşkêşî dadgehê kir de amade bûn.
Parêzerên jinan diyar kirin ku xwepêşandan dikeve çarçoveya azadiya fikir û îfadeyê û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin.
Piştî parastinan dadgehê ji bo 6 jinan her yekê salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî.