Bûyerên HIV pozîtîf zêde dibin: Divê hişmendî bê avakirin

  • 09:05 21 Mijdar 2024
  • Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Li Îzmîrê zarokek 13 salî ji ber AIDS’ê jiyana xwe ji dest dabû.  Prof. Doktor Munevver Kaynak Turkmen der barê mijarê de axivî û got li Tirkiyeyê bûyerên bi vî rengî zêde bûne divê hişmendibûna civakê bê avakirin.
 
Li Îzmîrê zaroka 13 salî ji ber Sendroma Kêmbûna Pergala Xweparstinê ya hatiye Qezenckirin (AIDS) jiyana xwe ji dest da. Zarok di 2021’ê de emelyata bademcîkê bibû û beriya emelyatê tespîtên rutîn hat kirin û testa HIV negahatîf bû. Der barê mirina wê de lêpirsîn didome. Prof. Doktor Munnever Kaynak Turkmen axivî û li Tirkiyeyê bûyerên wisa zêde bûne û divê ciwan di vê mijarê de bê perwerdekirin.
 
Munevver Kaynak Turkmen got ew nikarin zarokan biparêzin û got zaroka 13 salî ji ber AIDS’ê jiyana xwe ji dest daye der barê mijarê de zêde ne xwedî agahî ne. Munevver Kaynak Turkmen got AIDS’ê salên 80’ê şûnde nexweşiyeke ku mirovan dikuje ketiye rojeva mirovan.
 
Çawa derbas dibe?
 
Munevver Kaynak Turkmen wiha got: “Bi têkiliya ne parastî, germahiya laş û xwînê, bi transfusyonên xwînê ava dike. Îro xwîn di bin gelek testan de derbas dibin. Dema neqla xwînê tê kirin dikare derbas be. Dayikên vîrusa HIV dihewînin bi şîr derbasî zarokan dibe. Li cîhanê li gorî daneyên rêxistina tenduristiyê ya cîhanê di 2023’yan de 39.9 mîlyon kes bi HIV hatiye enfektekirin û piraniya wan di ser temenê 15’yî de ne. Ji vê 1.4 mîlyon jî zarok in.”
 
Li Tirkiyeyê 39 hezar û 437 bûyer hat tespîtkirin
 
Munevver Kaynak Turkmen got di bûyerên HIV de rewşa zarokên keç ên temenê biçûk de tên zewicandin û dimîjînin bi xeter e û got: “Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê yên sala 2023’yan li Tirkiyeyê heta niha 39 hezar û 437 kesên ku bi vîrusa HIV ketine hatine testpîtkirin. Li Tirkiyeyê rêjeya pozîtîfbûna HIV her diçe zêde dibe. Li Ewropayê ev rêje dikeve lê li Tirkiyeyê zêde dibe. Her wiha yên ewlehiya wan a civakî tuneye jî nikarin derman bibin. Ligel vê jî bi tirsa ku wê ji civakê bên dûrxistin û neyên qebûlkirin dermankirina wan asteng dibe. Divê di vê mijarê de hişmendî bê avakirin û civak û ciwan bên perwerdekirin.”