Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (20)
- 09:05 20 Mijdar 2024
- Dosya
Anna-Bêatrice Schmaltz: Têkoşîna gerdunî girîng e
Melek Avci
ENQERE - Anna-Bêatrîce Schmaltz ji bo Rêxistina Aştiyê ya Femînîst a Frîda dixebite, diyar kir ku her sal ji 25’ê Mijdarê heta 10’ê Kanûnê 16 rojan kampanya pêşîgirtina li tundiyê dimeşînin û wiha got: “Pêşketin bi tevgerên civakî pêkan e. Girînge ku ev sedsal bibe sedsala femînîst.”
Ber bi 25’ê Mijdarê ku ji têkoşîna Xwişkên Mîrabel ji me re maye, li dijî rêxitinbûnên jinan êrişên zîhniyeta serdest zêde dibin. Li her derê cîhanê li dijî tundî û qetilkirinên jinan deng bilin dibin û aliyê din jî li her welatî li gorî sazbûn û konjukturan teşeyên êrişan pêk tên.
Ji Rêxistina Aştiyê ya Femînîst a Frîda ku li Swîsreyê ‘kampanya pêşîgirtina tundiyê’ dimeşîne, Anna-Bêatrîce Schmaltz der barê êrişên mêr-dewlet û têkoşîna li dijî vê de axivî.
Tundiya zayendî bûye parçeyek jiyanê
Anna Bêatrîce daxuyakirin ku tundiya xwe dispêre zayendê li Swîsreyê bûye parçeyek jiyana rojane û wiha dirêjî dayê: “Ev tundî heta qetilkirina jinan diçe. Em behsa destdirêjî, şopandina bi sirar, tundiya nav malê û qetilkirina jinan dikin. Di 2024’an de li Swîsreyê 18 jin hatin qetilkirin. Li gorî lêkolînên hatine kirin herî kêm ji du jinan yek bi tundiya zayendî re tên rû hev. Lê der barê tundiya xwe dispêre zayendê de hişmendî zêde bûye. Ligel vê tundî hîna pirsgirêkek girane. Li Swîsreyê di mijara zayendperstî, rol modelên baviksalar û stereotîpan de divê gelek titş bên kirin.”
‘Bi Peyamana Stenbolê re pêşketin çêbûn’
Anna Bêatrîce daxuyakirin ku Peymana Stenbolê ya ku ji 2018’an de ye li Swîsreyê reyê di meriyetê de ye, gelek pêşketin bixwe re aniye û wiha domand: “Vê çarçoveyê de pêkanîn ketin jiyanê. Hişmendî zêde bû. Sala pêş wê jib o mexdurên tundiyê xetereke telefonê ya neteweyî ya 24 saetan xizmetê dide bê avakirin û ji bo pêşîgirtina tundiyê hewldan bên zêdekirin. Hîna gelek tedbîr qels in. Mînak ji bo stargehan û navendên piştevaniya ji bo mexduran divê hîn çavkanî bên zêdekirin. Lê mixabin îradeya siyasî ya têr nake.”
Di qanûnê de ‘na na ye’
Anna Bêatrîce di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Di qanûnên me de guherîn hene. Revîzyona Qanûna Sûcên Zayendî ji Tîrmeha 2024’an heta niha di meriyetê de ye. Di qanûnê de ‘na na ye’ cih girtiye. Bi salane gelek rêxistin û aktîvîstan ji bo vê têkoşîn meşandiye. Civak di mijara tundiya civakî de bû xwedî hişmend. Gelek rêxistinên civaka sivîl û aktîvîst li dijî tundiya zayenda civakî têdikoşin.
Ji 25’ê Mijdarê heta 10’ê Kanûnê ‘kampanya pêşîgirtinê’
Ez dixwazim behsa 16 rojên li dijî tundiya zayenda civakî bikim. Ev tora têkoşînê ye. Em her sal ji 25’ê Mijdarê heta 10’ê kanûnê kampanya pêşîgirtinê dimeşînin. Her sal li seranserê Swîsreyê ji 200’î zêdetir sazî 16 rojan li dijî tundiya zayendî di bername û çalakiyan de cih digirin.”
‘Ji bo civakek ji tundiyê paqijkirî têkoşîn’
Anna Bêatrîce balkişan ser dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ya li cîhanê deng daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi tevgera jinên Kurd re faliyetên hevpar dimeşînin. Ger ku em wekheviya zayenda civakî pêk bînin wê pêşî li tundiyê jî bê girtin. Ji bo civakeke ji tundiyê hatiye paqijkirin divê em li seranserê cîhanê bi hev re bi awayekî xurt xebatan bimeşînin. Em bi jinên Kurd re xebatên hevpar dimeşînin. Pêşketin bi tevgerên civakî pêkan e. Em li dijî tundiyê ji 25’ê Mijdarê de dest bi kampanyayê dikin û wê heta 10’ê Kanûnê bidome. Têkoşîna gerdunî girîng e. Em ê di 25’ê Midjarê de ji bo civakeke bê tundî bi dengekî bilind têbikoşin.”