'Sedema surgunan nasnameya Kurdbûnê ye'
- 09:03 20 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Dayik girtî Çetîn Dagtekîn, Peyam Dagtekîn, diyar kir ku yekane sedema surgunkirina girtiyan nasnameya Kurdbûnê ye û wiha vegot: “Yên ji destdirêjî û cînayetan tên girtin, tên berdan. Lê dema dor tê girtiyên siyasî nayên dermankirin. Ji ber ku ji bo zimanên xwe têdikoşin.”
Pêkanînên tecrîda giran ya li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan jî kiriye. Ev tecrîda li girtîgehan pêk tê bandor li ser hemû qadên jiyanê jî dike. Ligel tecrîdê bi polîtîkayên şerê taybet jî girtiyan surgunê cihên dûr dikin û malbatan mexdûr dikin.
Girtiyê bi navê Çetîn Dagtekîn ku piştî hat girtin birin girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê, 23 sal û 4 meh ceza lê hat birîn. Çetîn Dagtekîn ku demekê li vê girtîgehê hat giritn piştre surgunê girtîgeha Ewlehiya Bilind a Suluca ya Edeneyê hat kirin.
Dayika girtî Peyam Dagtekîn der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî û got yekane sedema surgunkirina kurê wê, nasnameya wî ya Kurdbûnê ye.
Lêgerîna dev
Peyam Dagtekîn da zanîn ku dema kurê wê hatiye binçavkirin îşkence lê hatiye kirin û wiha vegot: “Berê dema li girtîgeha Curnêreş bû me her hefte dîdît. Lê piştî birin Edeneyê em bi rêk û pêk nikarin biçin. Zilmê li me jî li kurê min jî dikin. Kirine qawişa yek kesî. Nabin bijîşk. Dema dibin nexweşxaneyê lêgerîna dev dikin. Ew jî qebûl nake û şûnde dişînin girtîgehê. Ji ber nasnameya Kurdîbûnê van pêkanînan dikin.”
Girtî nayên dermankirin
Peyam Dagtekîn bi lêv kir ku ew dixwazin aştî pêk bê û wiha domand: “Em hesretê zarokên xwe ne. Bila tu dayik negirîn û zindan bên girtin. Em bi zehmetiyên mezin diçin ber deriyên zindanan. Hefteyên borî çûm hîna nexweş im. Rê gelek xerab bûn. Berê dema em diçûn zindanan me girtiyên din jî didîtin. Lê niha ne wisa ye. Nayên heman salonê. Dikin beşên cuda cuda. Nahêlin kes silav bidin hev. Girtî nayên dermankirin. Ev kes ji bo zimanên xwe têdikoşin. Wê ev 23 sal çawa derbas bibe.”
‘Em ê çûyîna hevdîtinê bidomînin’
Peyam Dagtekîn wiha dawî lê anî: “Piştî kurê min hat surgunkirin em di alî aborî, manewî de zehmetiyan dikşînin. Lê çi dibe bila bibe em ê biçin hevdîtinê. Girtiyan dikin hucreyên yek kesî. Nahêlin bên gel hev. Di rojên borî de kurê min got hevalên wî di hucreyê de ji ser hişê xwe çûye. Piştî ku deng jê negirtine li deriyan xistine û gardiyan wisa hatine. Ya tê kirin zilm e. Dixwazin wisa zarokên me biçewisînin.”