Platforma Saziyên Demokratîk li dijî qeyûm banga berxwedanê kir
- 10:38 31 Cotmeh 2024
- Rojane
AMED - Platforma Saziyên Demokratîk li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Esenyurtê banga “mezinkirina berxwedanê” kir.
Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî girtina Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûmê ser şaredariyê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hûnê nikaribin îradeya gel têk bibin. Îdianameya bi salan şûn ve der barê Ahmet Ozer de hatiye amadekirin pûç e, kêfî ye, bêhiqûqî ye û bêhikm e. Êdî tu hal û qeweta siyaseta vê desthilatdariya ku welat ber bi xreakirinê ve dibe, mafê bijartin û hilbijartinê desteser dike nemaye. Desthilatdarî îradeya gel nas nake. Armanca vê desthilatdariyê ne aştiya civakî ye, armanca wê aloziya civakî ye. Vê desthilatdariya ku encamên hilbijartina 31’ê Adarê qebûl nekir, ewilî li Colemêrgê qeyûm tayînî ser îradeya gelê kurd kir. Îro jî li Esenyurtê îradeya gel desteser dikin û dixwazin siyaseta xwe ya rantê bidomînin. Dixwazin îradeya gel îlegalîze bikin. Desthilatdarî dixwaze xwe bi vî awayî li ser linga bigire. Divê berxwedan û têkoşîna li Wan û Colemêrgê derket holê, niha jî li Esenyurtê hin bêtir bê berfirehkirin û were xurtkirin. Em li dijî înarê, asîmîlasyonê, tecrîdê, yekperestiyê û desteserkirina îradeya gel hemû gelan vedixwînin ku berxwedana demokratîk mezin bikin.”