Rojnameger Oznur Deger li dijî tehdîdan gilî kir

  • 21:50 30 Cotmeh 2024
  • Rojane
WAN - Rojnameger Oznur Deger  der barê tehdîdên ku ji ber nûçeya çeteyê şantajê ku Ozcan Polat bi rêve dibe çêkir, girt li Serdozgeriya Komarê ya Wanê gilî kir.
 
Nûçegîhana ajansa me Oznur Deger duh nûçeya bi ser navê ‘Li Wanê çeteyê şantajê: Ozcan Polat kî ye?’ çêkir û ji ber nûçeyê ji Ozcan Polat û xizmên wî ve tehdîd kir. Oznurê li dijî tehîdan li Serdozgeriya Komarê ya Wanê gilî kir.
 
Oznurê ligel parêzeran ji sûcên ‘tehdîd’ û ‘heqeretê’ gilî kir û ji ber ewlehiya canê wê tuneye daxwaza girtina biryara durxistina Ozcan Polat û xizmên wî kir.