Ji bo azadiya Abdullah Ocalan daxuyanî hat dayin

  • 16:02 30 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareserkirna pirsgirêka Kurd ji hev cuda nabin.
 
Însiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Meclisa Edaletê ya Helebê têkildarî hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da. 
 
Endama Koordînasyona Însiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xalîde Mihemed daxuyanî xwend. Parêzer û endamên Meclisa Edaleta Civakî tev li xwendina daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pergala işkence û qirkirinê li gorî qanûnên Tirkiyeyê û peymanên mafên mirovan, li dijî mafên mirovan.
 
Di daxuyaniyê de îşaret bi encamên pêngava navnetewî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin ku bandor li raya giştî ya cîhanê, Ewropa û hundirê Tirkiyeyê kir û ji ber wê hevdîtina 23`yê Cotmehê pêk hat.
 
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û hikumeta Tirkiyeyê hate kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ku dê aştiyê bi xwe re bîne Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, destûrê bidin serdanên parêzeran û bi lez zemîneke qanûnî, siyasî û civakî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan were avakirin û pêvajoya diyaloga siyasî bi dabînên navnetewî dest pê bike.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd, ji hev cuda nabe. Parastina Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo azadiya wî, têkoşîna ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e û sepandina demokrasî û aştiyê ye.
 
Di dawiyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û wek "sûcên li dijî mirovahiyê û yên şer" hatin binavkirin.