Agirê li Çiyayê Gabarê vemirî

  • 12:50 30 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Şewata ku li herêma Girê Visit a Çiyayê Gabarê derket bi xwe vemirî.
 
Şewata ku li qada daristanê ya li noqteya Girê Visit a Çiyayê Gabarê ya Şirnexê derketibû, ji xwe ber, vemirî. Di şewata ku heta saetên dereng dom kir de tu mudaxele nehat kirin, bi hinceta "erdê mayinkirî ye" li qadên ku şewat derket û belav bû bi dehan dar şewitîn û bûn xwelî. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şewata navborî piştî ku Walîtiya Şirnexê 15 rojan herêm weke "herêma ewlekariya taybet" îlan kir derket.