Li Stenbolê biserdegirtina malan

  • 10:47 30 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
 
STENBOL - Solîsta Koma Hevra Zeynep Dogan û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer jî di nav de herî kêm 14 kes hatin binçavkirin.
 
Li navçeyên Stenbolê danê sibehê avêtin ser gelek malan. Şaredarê Esenyûtê Ahmet Ozer ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi "lihevkirina bajaran" ji Partiya Gel a Komarê (CHP) hatibû hilbijartin û solîsta Koma Hevra Zeynep Dogan jî di nav de herî kêm 14 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku sedema binçavkirinan bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye".
 
Hat diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe, hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya Fatîhê tên girtin.
 
Li aliyê din hat diyarkirin ku li avahiya Şaredariya Esenyurtê lêgerîn dewam dikin.