Ji Platforma Jinan a Wanê daxuyaniya ‘çeteyê şantajê’
- 20:26 29 Cotmeh 2024
- Rojane
WAN - Platforma Jinan a Wanê der barê ‘çeteyê şantajê’ ya Wanê de daxuyanî da û got: “Ev çeteyê kut ê îdiakirin ku Ozcan Polat û hevkarên wî bi rêve dibin, jinan bi soza kar dixapînin û bi hişbir û tehdîdê tevli sûc dikin. Em bang li hemû civakê dikin ku ji bo ewlehiya jinan bi hev re tevbigerin. Em bang li rayedaran dikin ku peywira xwe bînin cih.”
Platforma Jinan a Wanê piştî nûçeya ‘li Wanê çeteyê şantajê: Ozcan Polat kî ye?’ ya ajansa me weşand şûnde , liser xesabê xwe dîjîtal X daxuyanî da.
Platformê di daxuyaniya ku da de der barê nûçeya ku Ozcan Polat bi hişbirê jinan dixe nav lepê hişbirê û şantajê dike de wiha bang kir: “Em li dijî tundî û şantaja li hember jinan banga piştevaniyê li hemû civakê dikin.”
Banga piştevaniyê kirin
Platformê da zanîn ku wê li dijî vî sûcê organîzekirî, şantaj û tundiya l hember jinan bêdeng nemînin û ji bo ewlehiya jinan wiha bang kirin: “Ev çeteyê kut ê îdiakirin ku Ozcan Polat û hevkarên wî bi rêve dibin, jinan bi soza kar dixapînin û bi hişbir û tehdîdê tevli sûc dikin. Em bang li hemû civakê dikin ku ji bo ewlehiya jinan bi hev re tevbigerin. Em bang li rayedaran dikin ku peywira xwe bînin cih.”
Her wiha di daxuyaniyê de der barê rojnamegerên jin ku sûc derdixin holê û ji ber vê hedef tên girtin û tên tehdîdkirin jî banga piştgiriyê kirin û gotin ew ligel rojnamegerên jinin.