'Em mexdûr in lê rayedar xwe mafdar derdixin'
- 09:03 29 Cotmeh 2024
- Rojane
Derya Ren
SEMSÛR - Mexdûra erdhejê Hatîce Buluş, di konteynerê de dijî û da zanîn ku pirsgirêkên derûnî û fizîkî dijîn û got: "Em nikarin tiştekî ji mutahît re bêjin, ji ber ku fikara gelo dibe mutahît xaniyê me xirab çêke. Ji ber şaredarî û Wezareta Bajar û Derdorê her tim xwe mafdar derdixin em nikarin tiştekî jî bikin."
Di 6’ê Sibata 2023’yan de navenda wê Mereş erdhej pêk hat û hîna şopa erdhejê heye. Bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dest da, bi sedhezaran birîndar bûn û bi mîlyonan avahî wêran bûn, zirar dîtin an jî hilweşiyan. Yek jî bajarê ku wêranbûyî Semsûr e. Li vir gelek kes jiyana xwe ji dest da. Ji hêla Serokkomarê ve hat diyar kirin ku dê di nav salekî de hemû pirsgirêk dê bên çareserkirin. Lê heta niha tiştekî berbiçav nîne. Her wiha projeya veguhestina bajar de jî hêj nezelaliyek heye.
Hatîce Buluş, li navenda bajêr dijî û di erdhejê de xaniyê wê gelek xisar dît. Hatîce niha jî di konteynerê de dijî. Hatîceya ku xaniyê xwe di çarçoveya veguhestina bajar de radestî mutahîtan kir, niha jî nehatine çêkirin.
Hatîce derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
Hatîce, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkan û got: "Di bajarê konteynerê de gelek pirsgirêk hene. Di hêla derûnî û fizîkî de gelek pirsgirêkên dijwar dijîn. Em dixwazin derbasî xaniyên bi kirê bibin lê belê gelek xanî zirar dîtine û em jê ditirsin. Par meha mijdarê me bi mutahîtekî re bazara xwe kir, lê belê bi hincetên cuda karê xwe nekir û her wiha şaredarî jî rewşa heyî dixe zehmetiyê. Em dinêrin ku hîn kes piştê me dest bi çêkirina xaniyan kirine û waye xilas dikin. Em niha nizanin sedem mutahît e an tiştek din e. Em êdî naxwazin di konteynerê de bijîn."
Hatîce, daxuyand ku keça wê amadekariya zanîngehê dikir lê ji ber ku di konteynerê de nekarî destên xwe bixebite zanîng qezenç nekir û got: "Derfeta ku dersa xwe çêbike nîne. Di zivistanê de em deriyê xwe digirin û vê demê hindûr jî bê heva dimîne û dema tu derî jî vedikî hindûr sar dibe."
Hatîce, destnîşan kir ku xaniyên du di çarçoveya veguhestina bajar de tên çêkirin divê kontrola wê baş bê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê karê rayedaran tenê serdana konteynera nebe. Sûcê me jî heye di vê mijarê de ji ber ku em hesabê napirsin û ji halê xwe şikur dikin. Em ji rayedaran re nabêjin 'Bên rojek wek me bijîn' Tirsa me dibê ku em tiştek xelet ji mutahît re bêjin. Ji ber ku fikara gelo dibe mutahît xaniyê me xirab çêke. Kar di navbera şaredarî û Wezareta Bajar û Derdorê de tê kirin. Gelo ez ê biçim çî bêjim, ji ber ku her tim xwe mafdar derdixin."