ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 27 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
* Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan derbarê qetilkirinên jinan de balkişand ser bandor desthilatdariyê û got: “Dema qeyûm hatin tayînkirin ewil daîreyê polîtîkayên jinan girtin. Niha hatine behsa ‘di tundiya li ser jinê de sifir tolerans’ dikin. Polîtîkaya we ne li gorî vê ye.”
 
*Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber tecrîdê binpêkirinên mafan yên li ser girtiyan her diçin giran dibin. Rêvebera ÎHD’a Wanê Ayten Kiran diyar kir ku binpêkirinên mafan zêde dibin û girtî jiyana xwe ji dest didin. Aytenê wiha domand: “Ev welat çima ji 29 tîpî girtîgehan çêdike. Çend meh berê cezayê dîsîplînê dane Abdullah Ocalan. Abdullah Ocalan çi kiriye gelo ev ceza lê hatiye birîn.” 
DÎMEN HEYE