Şengal careke din hat bombekirin

  • 11:07 24 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şengal careke din ji aliyê balafirên bê mirov ên bombebarkirî ve hate bombekirin.
 
Li gorî nûçeya Ajansa ROJNEWS'ê, bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî careke din êrîş li gundê Barê yê komelgeha Xanesorê ya Şengalê hate kirin. Li ser encamên êrişê agahî bi dest neketin.
 
Doh bi şev jî saet di 23:30'î de li gundê Barê yê navçeya Xanesorê û bajarokê Dugirê, bombe li malên gelê sivîl hatibû barandin. Di encama êrişê de jina bi navê Întisar Xwedêda Elî Mirad birîndar bû.