Di êrişan de 4 kes hatin qetilkirin û 15 kes jî birîndar bûn

  • 10:41 24 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên bejahî û hewayî yên li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 welatî di nav de zarokek hatin qetilkirin. 
 
Ji şeva 23-24'ê Cotmehê artêşa Tirk bi bejahî û asîman bi balafirên şer, bêmirov û çekên giran seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. 
 
Malên welatiyên li bajarê Til Rifetê, gundewarên bajarê Til Temir, kantona Minbicê, navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, stasyona kehrebê li Kobanê, nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û navneda tenduristiyê li Qamişloyê, her wiha stasyon û avahiyên stratejîk ên kantona Cizîrê hedef girtin.
 
Di encama bombebaran û topbaranên dijwar de, li gorî agahiyên Ajansa ANHA'yê belge kirine, li bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehba 4 welatî di nav de zarokek hat qetilkirin 10 kes jî birîndar bûn.
 
Her wiha 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Kobanê birîndar bûn.
 
Di bombebarana li dijî navenda tendurstiyê ya li taxa Xelîc a Qamişloyê de welatiyek birîndar bû û di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê ya bajarê Dêrikê de karkerekî kargeha gazê birîndar bûn.