ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 23 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
*"Divê platformên diyalog û lihevkirinê bê avakirin, divê ji aliyên cuda kes bên gel hev û aştiyê teşwîq bikin. Li dijî polîtîkayên şer, li dijî rizandinê divê seknek kolektîf bê nîşandan û civakek adîlane dikare bê avakirin." JI PÊNÛSA JINAN
 
*Parlamentera DEM Partî ya Mûşê Sumeyye Boz derbarê girîngiya Wezareta Jinê de axivî û got: “Wezareta Jinê, di alî pêşîgirtina tundiya li ser jinê, xurtkirina aborî û civakî ya jinê û wekheviya zayenda civakî de girîng e. Di alî afirandina polîtîkayan de cihekî girîng digire.” 
 
*Ji hezar û 500 parêzerî yek Charlotta Langnander ku ji bo biçe Îmraliyê îmze avêtibû, tecrîd wek sûc nirxand û biryara ji civîna AK BK ya ji bo ‘mafê hêviyê’ ku taloqî 2025’an hatiye kirin jî wiha got: “Dibêjin ‘hûn çi dixwazin bikin’. Ji ber vê jî ez di mijara taloqkirinê de bi fikarim.” BI DÎMEN 
 
*Emîne Şenyaşar a ku bû sebola edaletê diyar kir ku ewê çalakiya xwe ya nobedê bi piştevaniyê dewam kiriye û got, "Ger ku min dest bi nobedê nekira min nikaribû kurê xwe rizgar bikira."DÎMEN HEYE
 
*Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk, li ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên der barêtecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 'Mafê hêviyê' de nirxand û got: "Nirxandineke saxlem tenê bi vekirina deriyên Îmraliyê û nirxandina Birêz Ocalan dikare bê kirin. Birez Ocalan ku muxatabê sereke ye." 
 
* Li gel daxuyaniyên derbarê Abdullah Ocalan û Pirsgirêka Kurd de tên dayîn 3 xalên ku Abdullah Ocalan di 3'yê Çileya 2013'an de danîbûn holê girîngiya xwe diparêzin.
 
*Nivîskar û helbestkar Mizgîn Ronak a ku 30 di girtîgehê de ma û tevli Fûara Pirtûkên Kurdî ya Êlihê bû bal kişand ser çîroka xwe ya nivîsandinê û wiha got:” Eşqa min û pirtûkên Kurdî hîn ji zarokatiyê dest pê kir. Mirov wexta di zarokatiyê de eşqa pirtûkan hîs bike ev cuda ye. Li zindanê jî min dest ji xwendin û nivîsandina Kurdî berneda. Jixwe divê li zindanê tu ji xwe re cîhaneke taybet çêbikê. Yan na tu yê di binê lingê faşîzmê de tune bibî.” DÎMEN HEYE