ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 21 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
* Endama Meclîsa Platforma Hawirdorê ya Muglayê (MUÇEP) Halîme Şaman der barê talana xwezayê de axivî got ku li dijî êrîşên li hember xwezayê têkoşîna ekolojîk mezin dibe. DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku ew ji mirovahiya xwe şerm dikin û bertek nîşanê mirina biguman ya Rojîn Kabaîş dan. Jinan diyar kirin ku ew xwe ewle hîs nakin û li dijî van bûyeran divê bêdeng nemînin û divê ji bo gumanbaran cezayên pêwist bên dayîn. DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar der barê Şahiya Dîrok, Çand û Gostronomiyê ya Hîlarê ku cara ewil tê lidarxistin de axivî û diyar kir ku ji ber ku ev der cihê ku keda jinan cara ewil lê derketiye pêş wan tercîh kiriye û ew ê sala bê jî li şûna şahiyê mîhrîcanê li dar bixin. DÎMEN HEYE