Li Balikesîrê jin li dijî tundiya mêr meşiyan
- 19:39 17 Cotmeh 2024
- Rojane
BALIKESÎR - Li Balikesîrê bi pêşengiya Komeleya Rojeva Mafê Mirovan û Demokrasiya Herêmî ya Burhaniyeyê li dijî qetilkirina jin û zarokan û tundiyê meş pêk hat.
Bi pêşengiya Komeleya Rojeva Mafê Mirovan û Demokrasiya Herêmî ya Burhaniyeyê bi sedan welatî li dijî qetilkirina jin û zarokan daketin kolanan. Jinan ji ber Pirtûkxaneya berê meşiyan û li Qada CumhuriyetÊ daxuyanî dan. Jinan pankarta ‘Em ji bo jiyanek wekhev bi hev re xurtin’ vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berzkirin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku meha cotmehê de 31 jin hatine qetilkirin û Tirkiye ji sedî 38 wek welattê OECD yê ku tundî li jinan tê kirin di rêza yekemîn de cih digire. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kiri nk tundî tê rewakirin û wiha hat gotin: “Kujer li derve digerin û mexdur jî bit irs dijîn. Kujer li derve jinan qetil dikin û sûcên xwe didomînin. Tevî hemû êrîşan jin têkoşîn axwe didomînin. Ji b oparastin ajinan divê 6284 pêk bê û ji nûve Peymana Stenbolê bikeve meriyetê.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.