Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî komployê meşiya
- 11:29 8 Cotmeh 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê meha Cotmehê weke meheke komployan a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelan binav dike û banga, ‘Ji bo careke din rê nedin ferman, koçberî, kuştin û firotinê em hemû gelê xwe yê birûmet, hemû bawerî û mirovên me yên Şengalê vedixwînin meşa 9’ê Cotmehê. Em ancax bi rih û tifaqa netewa demokratîk bikarin komployan vala derbixin’ kir.
Sibe (9’ê Cotmeh) bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê meşeke girseyî li dijî Komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî destkeftiyên Êzidiyan tê lidarxistin. Komîteya Amadekar ya çalakiyên dijî komplo û peymanên 9’ê Cotmehê bi peyamekî banga tevlîbûna meşê kir.
Di peyama komîteya amadekar de tê gotin, meha Cotmehê meha komployên li dijî gelane û ancax bi rih û tifaqa netewa demokratîk fermanan, komplo û peymanên li dijî gelan werin têk birin.
‘Li dijî ferman û komployan tevlî meşa 9’ê Cotmehê bibin’
Komîteya Amadekar di serî de bang li civaka Êzidî, li hemû mirovên xwedî li rûmeta xwe derdikevin, li ol û baweriyên cûda yên li Şengalê û hemû xelkê Şengalê kir li dijî ferman, kuştin, koçberî û firotinê tevlî meşa dijî komplo û peymana 9’ê Cotmehê bibin.
‘Rêber Apo dikare dawî li şeran bîne, azadî û aramiyê serwer bike’
Komîteya Amadekar bang li Iraqê jî kir dawî li hevkarî û tifaqa xwe ya li gel dewleta Tirk bîne û wiha hate gotin: “Ji bo bes ferman bê serê Êzidiyan divê dewleta Iraqê xwe ji peyman û tifaqên li gel dewleta Tirk bikişîne. Ji bo bes ferman bi ser gelan de were, dawî li şeran were divê hêz û dewletên navnetewî Rêber Apo ji zîndanê derbixin. Rêber Apo dikare şeran bide sekinandin, azadî û aramiyê bîne tevahî cîhanê.”
Komîteya Amadekar têkildarî dem û cihê meşa girseyî jî van agahiyan parve kir; “Meş wê roja 9’ê Cotmehê di saet 14.00’an de pêk were. Girse wê destpêkê li ber Medreseya Zarîfe Osê (Medreseya Sor) ya navenda Şengalê kom bibe û ji wir dest bi meşê bikin. Meş wê heya navenda Asayîşa Êzidxanê bi ajo û li wir jî wê peyama li dijî komployê û peymanê were dayîn û bangên girîng werin kirin.”