Gulşen Sîncar: Gurbetelli rûpelekî nû ji bo çapemeniya Kurd vekir
- 10:19 8 Cotmeh 2024
- Rojane
AMED - Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar di salvegera qetilkirina rojnameger Gurbettelî Ersoy û Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd de peyamek parve kir.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar di salvegera qetilkirina rojnameger Gurbettelî Ersoy û Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd de wê bi bîr anî û diyar kir ku Gurbettelî pêşenga çapemenî û hîmê pêşeroja rojnamegerên jin ên kurd e û bûye wesîleya ku vê roja taybet bibe roja Rojnamevanên Kurd ên Jin.
Pêşenga Çapemenî û Hîmê Pêşerojê
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar di salvegera qetilkirina rojnameger Gurbettelî Ersoz û Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd de gotinên xwe wiha berdewam kir û got “Di vê roja taybet ya çapemeniya azad û lêgerîna heqîqetê ya bi biryar a jinên kurd ên rojnamevan de, îro salvegera qetilkirina gerînendeya weşanê ya giştî a Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz e. Gurbetelli Ersoz rûpelekî nû li dîroka çapemeniya Kurd vekir, pêşengtî li mîrateya heyî kir û nirxên nû da avakirin û bû wesîleya ku vê roja taybet bibe roja Rojnamevanên Kurd ên Jin. Di vê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd de, bi kesayetiya Gurbetellî Ersoz re tevahî jinên ku di rêya çapemeniyek azad de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînim û Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd jî pîroz dikim.”