10’ê cotmehê: Êşa nehat jibîrkirin û lêgerîna edaletê ya bêdawî
- 09:04 8 Cotmeh 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di komkujiya Garê ya 10’ê cotmeha 2015’an a li Enqereyê pêk hat de 109 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 500’î zêdetir kes birîndar bûn. Lêgerîna edaletê ya malbatan didome.
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê li hember mîtînga Gara Enqereyê pêk anî de gelek kesî jiyana xwe ji dest da û ev komkujî yek ji komkujiya herî mezin a Tirkiyeyê derbasî dîrokê bû.
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê ‘Mîtinga Ked, Aştî û Demokrasiyê’ a bi dirûşmeya "Li dijî şer niha aştî" hat lidarxistin. Di encama êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî bi hezaran kesî de jin jî di nav de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan
Beriya êrîşê girse bi kortejan dest bi meşê kir û hat qadê. Di nav kortejan de li ser hev teqîn pêk hatin. Kaos derket û gelek kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn.
Piştî teqînê polîsan êrîşê girseya ku alîkarî didan birîndaran kir. Vê yekê rê li ber bertekan vekir. Dereng mudaxalekirina tibî bû sedema windahiya can û vê rê li ber hêrsek mezin vekir. Piştî êrîşê li seranserê Tirkiyeyê li hember desthilatdariyê protesto pêk hatin.
Lêpirsîn û tiştên ji nedîtîve hatin dîtin
Di êrîşê de ji 109 kesên jiyana xwe ji dest dan piranî jê jin bûn. Piştî komkujiyê lêpirsînên hatin vekirin derxist holê ku di alî tedbîran de qelsiyên mezin hene. Serdozgeriya komarê ya Enqereyê li dijî kesên êrîş pêk anîn lêpirsînên berfireh dan destpêkirin. Lê piranî kes demek dirêj fîrarî man.
Bertekên siyasî û civakî
Komkujiyê atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê jî bi bandor kir. CHP û MHP’ê qelsiyên ewlehiyê rexne kir û HDP’ê diyar kir ku êrîş bi destê dewletê pêk hatiye. Piştî êrîşê bi daxwaza edalet û aştiyê çalakiyên mezin pêk hatin.
Bertekên ji qada navneteweyî
Ji qada navneteweyî jî li dijî êrîşê bertekên mezin hatin nîşandan. Gelek lîderên welatan peyama sersaxiyê weşandin û li dijî van êrîşan banga hevkariya global kirin.
Komkujiyê di qada çandê de jî deng da. Hunermend, nivîskar, akademîsyen û muzîsyenan bertek nîşan dan û banga edaletê kirin.
Her wiha komkujiya 10’ê Cotmehê daxwazên aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê hîn bêtir xurt kir. Piştî komkujiyê li ser pêvajoya çareseriyê û pirsgsirêka Kurd zêdetir nîqaş hatin meşandin. Her wiha piştî komkujiyê rola rêxistinên civaka sivîl zêdetir hatin dîtin. Komkujiyê globalbûna civakî hîn bêtir kûr kir. Nîqaşên di mijara hevsengiya navbera ewlehî û azadiyan de zêde bûn. Piştî komkujiyê desthilatdariyê bi armanca nûçeyên der barê bûyerê de asteng bike qedexeya weşanê anî.
Pêvajoya hiqûqî û lêgerîna edaletê
Piştî komkujiyê pêvajoya hiqûqî ya hat destpêkirin bi têkoşîna malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûn derbas bû. Hat diyar kirin ku komkujî ji aliyê du bombeyên zindî yên girêdayê DAIŞ’ê ve hatiye kirin. Yek ji gumanbar jî Yunus Emre Alagoz hat diyarkirin. Di lêpirsîna hat destpêkirin de îhmalkariya dewletê û yekineyên ewlehiyê hat rojevê.
Pêvajoya darazê
Li endamên DAIŞ’ê doz hatin vekirin. Lê di pêvajoya dozê de gelek alozî hatin jiyîn. Hinek gumanbarên esas fîrarî bûn û hinek jî nehatin cezakriin. Vê rê li ber bertekên malbatan vekir.
Têkoşîna malbatan
Piştî komkujiyê malbat di bin navê ‘Komeleya Piştevaniyê û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê de hatin gel hev û têkoşîna edaletê dan meşandin. Ji aliyê civakê ve jî piştgiriyek mezin dîtin.