ROJEVA 08'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 8 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
* Di ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 26 sal derbas bû. Hevseroka AVEKGON Esra Guden derbarê pêvajoya 26 salan de axivî û got: “Têkoşîna Gelê Kurd ji wê rojê heta niha berdewam kiriye û serî netewandiye.” BI DÎMEN
 
* Endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Ayşe Çelîkbîlek da zanîn ku komploya 9’ê cotmehê ya li hember Rêberê PKIK’ê Abdullah Ocalan ku mîmarê felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ye bi ser neketiye û got: “Piştî têkoşîna wî di serî de jinên Kurd hemû jinên cîhanê  têkoşîn meşandin. Komplo negihişt armanca xwe. Komployê têkçûna  desthilatdariyê nîşan da. Birêz Ocalan jî bi azadiya fikr û ramanên xwe azadiya jinê hîn pêşxist xist.” DÎMEN HEYE 
 
*Rojnameger Gurbetellî Ersoz li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê bû, bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê ji pirsa ‘ jin çi dixwazin’ re bû bersiv û 27 sal şûnde jî ji bo jinên Kurd û têkoşîna jinan dibe ronahî. PORTRE
 
*Di komkujiya Garê ya 10’ê cotmeha 2015’an a li Enqereyê pêk hat de 109 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 500’î zêdetir kes birîndar bûn. Lêgerîna edaletê ya malbatan didome.