TEV-DEM: Bêyî azadiya Ocalan çareserî çênabe

  • 14:32 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê bi wesîleya salvegera Komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û diyar kir “Kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye. Her çend dewleta Tirk a faşîst xwe bixapîne û hêzên navneteweyî doza Rêber Abdullah Ocalan paşguh bikin jî, lê bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çareserî çênabe.”
 
Tevgera Civaka Demokratîk têkildarî salvegera Komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:
 
“Di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji derveyî nirxên mirovî û navnetewîey, li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hate kirin. Di encamê de 15’ê Sibata 1999’an li Îmraliyê hat ragirtin. Ji wê demê ve di navbera têkoşîna azadiyê û pêkanîna aştiyê û çareseriyan ji krîzên Rojhilata Navîn û Kurdistanê re berdewam kiriye.
 
Di demekê de ku Rojhilata Navîn di nava xitimandinê de ye û mirovahî, gel û niştecihên deverê li ber qeyran û windabûnê ne, ji her demê bêtir azadiya fîzîkî ji Rêber Abdullah Ocalan re xwe ferz dike, anku kilîta çareseriyî li Îmraliyê ye. Her çend Tirkiyeya faşîst xwe bixapîne û hêzên navneteweyî doza Rêber Abdullah Ocalan paşguh bikin jî, lê bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û çareseriya siyasî ji doza Kurdistanê re aramî û aştiyê di deverê de ne pêkan e. Ev 25 sal e Rêber Ocalan di nava tecrîd, îşkence û zextên dewleta Tirk de, ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê tê dikoşe. Fikir û felsefeya wî bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û li ser asta cîhanê belav dibe. Şerm e ji mirovahiyê re, ji saziyên mafên mirovan û Dadgeha Ewropayê re ku têkoşerekî ji bo aştî û mirovahiyê tê dikoşe, di nava çar dîwarên Îmraliyê de be û kujer û dîktatorên ku gelan qir dikin, behsa wekhevî û demokrasiyê bikin.
 
Em wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dubare bang li gelê me, raya giştî, mafnas, rewşenbîr, saziyên civaka sivîl û demokrasîxwazên cîhanê dikin ku bi têkoşîn û vîna xwe ya aza, dawiyê li vê şanoya hovane bînin û ji bo azdî, wekhevî û demokrasiyê, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişikînin û azadiya fîzîkî jê re misoger bikin.”