Li navçeyên Amedê seferberiya 'Mitînga Azadiyê'
- 16:28 6 Cotmeh 2024
- Rojane
AMED - Rêveberên partiyên siyasî li navçeyên Amedê xebata Mitînga Azadiyê domandin û gel vexwendin mitîngê.
Li Amedê di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" wê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di 13'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, li Amedê ji bo azadiyê em li hev dicicin" mîtîngek mezin bê lidarxistin.
Ji bo mitîngê destûr hatiye wergirtin. Di çarçoveya xebatên mitîngê de rêveberên DEM Partiyê, DBP'ê aktîvîstên TJA'yê, rêveberên MED TUHAD-FED'ê ji bo gel vexwînin mitîngê li gelek navçeyên Amedê serdanên malan û taxan kirin.
Çinar
Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû û rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê û aktîvîstên TJA'yê li navçeya Çinarê serdanan pêk anîn û gel vexwendin. mitîngê.
Erxenî
Parlamenter Zeynep Odûncû û şandeya pêre li navçeya Erxenî jî serdana dikandaran kirrin û gel vexwendin mitîngê.
Farqîn
Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat, Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen û rêveberên partiyan li navçeya Farqînê serdan kirin û gel vexweindin mitîngê.
Peyas
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar û rêveberên partiyan li navçeya Peyasê geriyan û gel vexwendin mitîngê.
Pasûr
Parlamenter Serhat Eren û şandeya pêre jî li navçeya Pasûrê serdana dikandaran kirin. Serhat Eren di serdanê de axivî û gel vexwend mitîngê.
Sûr
Parlamenterê DEM Partiyê Mehemt Kamaç û şandeya pêre jî li navçeya Sûrê serdana dikandaran kirin û gel vexwendina mitînga Azadiyê.
Licê
Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça û şandeya pêre jî li navçeya Licê serdana dikandaran kirin û gel vexwendin mitîngê.
Ciwanên welatparêz
Li aliyê din endamên Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û ji bo vexwendina mitînga Amedê li kuçe û kolanên Amedê belavokan belav kirin û gel vexwendin mitîngê.