ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 6 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
*Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku tecrîd li hemû qadên civakê belav bûye û got, “Tecrîd sûcekî navneteweyî ye. Divê bi dawî bibe." DÎMEN HEYE 
 
*Rojnamegerên jin bal kişandin ser 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd û gotin: "Çawa ku Gurbetellî Ersoz bû dengê berxwedanê, em rojnamegerên jin ên kurd jî di her şert û mercên zehmet de dibin dengê berxwedanê." BI DÎMEN 
 
*Li gorî çeteleya tundiyê di meha îlonê de 30 jin û zarokek hat qetilkirin û mirina 15 jinan û 4 zarokan jî bi guman e. ÇETELEYA TUNDIYÊ
 
*Rojnameger Newroz Demhat têkildarî komploya navneteweyî de diyar kir ku di çaryeka sedsala heyî de pirsgirêka Kurd û jinê herî zêde di vê demê de gerdûnî bû, hat bihîstin û got:" Ev yek bi berxwedana Rêber Apo û têkoşîna Tevgera Azadiyê û ya gelê Kurd pêk hat. Hêzên ku li pey tunekirina gelê Kurd bûn, niha hêza herî sereke di nava şer, qeyran û aloziyan de ne. Paradîgmaya Rêber Apo rê li ber jiyanek nûjen vekir, nexşerêya demê ragihand."  DİMEN HEYE