Ji Baroya Wanê ji bo Rojînê daxuyanî
- 21:21 29 Îlon 2024
- Rojane
WAN- Baroya Wanê ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ya 21 ku winda bûye daxuyanî da.
Li Wanê di 27’ê îlonê roja înê xwendekara Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncuyilê Rojîn Kabaîş ya 21 salî winda bû. Xebatên lêgerînê didomin. Serokê Baroya Wanê parêzer Sînan Ozaraz û parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroyê bi malbat û rayedaran re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê baroyê daxuyaniyek da û got heta Rojîn bê dîtin wê şopdarê pêvajoyê bin.