Aktîvîsta mafê mirovan: Parvenekirina daneyan îfadekirina îradeyê ye

  • 09:02 19 Îlon 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Aktîvîsta mafê mirovan Hatîce Kapusuz, der barê negirtina daneyên der bê zarokên winda yên ji aliyê TUÎK’ê û zêdebûna hejmara destdirêjiya li zarokan tê kirin nirxand. Hatîceyê wiha got: “Nêzîkatiyeke îdareya cemawerî ya ku pirsgirêkê vedişêre û ji ser vê îtîbara xwe diparêze heye. Em behsa dewleteke ku daneyên xwe nagirin, polîtîkyan nafirîne dikin.” 
 
Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûliyê ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, di 8'ê Îlonê de li Çemê Egertutmaz  ê bi qasî 2 kîlometreyan dûrî taxê ye hatibû dîtin. Piştî vê  pirsgirêkên ku zarok li welat dijî, ji aliyê Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) ve bê bersiv hatin hiştin. TUÎK’ê ku daneyên  navbera 2008-2016’an de aşkera kiribû  diyar kiribû ku di navbera van salan de 104 hezar û 531 zarok winda bûne. TUÎK’ê ev 8 sale tu dane parve nekiriye. Li aliyê din jî li gorî daneyên TUÎK’ê di sala 2023’an de hejmara zarokên destdirêjî lê hatine kirin 259 hezar û 106 hat aşkerakirin. Aktîvîsta mafê zarokan Hatîce Kapusuz der barê mijarê de axivî.
 
Zarok çi dijîn? 
 
Hatîceyê da zanîn ku zarokên  divê herî zêde piştgiriya wan bê kirin û bên parastin li welat raste rast ji pirsgirêkan bandor dibin û wiha got: “Zarok li welat gelek pirsgirêkan dijîn. Xizanî, birçîbûna ji ber krîza aboriyê mezin dibe, raste rast bandor li zarokan dike. Zarokên xwarina wan tunene naxwazin biçin dibistanê, zarokên li dibistanê ji birçîna ji ser hişê xwe diçin hene. Ev jî nîşaneya xizaniyê ya li ser zarokan nîşan dide. Piştî pergala 4+4+4 şûnde gelek zarok ji perwerdehiyê dur ketin. Zarokên keç hîn zêdetir derketin derveyê vê pergalê. Dema ev rabû jî gelek zarok ketin bin rîskê. Karkeriya zarokan, zewaca di temenê biçûk de, di bin navê zewacê de îstîsmara zayendî hêsan bû. Zarok ji xizanî, şer, polîtîkayên şer, newekhevî û dijminahiya li hember panberan raste rast bi bandor bûn. DemÊn şer de dîsa yên herî zêde tên binpêkirin zarokin.”
 
‘Ev zêdebûn di daneyên TUÎK’ê de jî hebin xuyaye rastî hîn girantire’
 
Hatîceyê da zanîn ku li gorî daneyên TUÎK’ê destdirêjiya li zarokan sal bi sal zêde dibe û wiha bi lêv kir: “Di daneyên TUÎK’ê de jî zêdebûn hebe xuayye daneyên rastîn hîn girantirin.  Gelek bûyerên ku nayên bihistin hene. Destdirêjiya zayendî binpêkirina  mafê bedene. Li hember zarokan ev binpêkirina beden zêde bûye. Sînora bedenê zarkan bi hêsanî tê binpêkirin. Di asta polîtîk de destdirêjiya zayendî zêde dibe. Sedema zêdebûna van bûyeran jî ji ber rakirina Peymana Stenbolê ye û her wiha hedefgirtina mekanîzmayên parastina zarokane. Bi hinceta ku ev peyman û mekanîzma malbatê xera dikin van hedef digirin Tirkiye demek dirêje tundiya nav malbatê lêkolîn nake. Ev jî îfadekirina niyet û îradeyê ye.”
 
‘Em dikarin vê wek îfadeya îradeyê bibînin’
 
Hatîceyê balkişand ser qetilkirina Narînê û got piştî vê rojeva welat dîsa bûye zarokên winda û got TUÎK’ê ji 2016’an heta niha dane parve nekiriye. Hatîceyê ev tişt bi lêv kir: “Polîtîkayên dewletê, daxuyaniyê serokatiya diyanetê li şûna zarokan biparêze, teşwîqê zewacê, xebatê û sûc dikin. TUÎK daneyan parve nake. Ev jî dikare wek îfadekirina îradeyê bê dîtin. Dema zarokek winda bû, agahî hat dayîn? Li emniyetê lêpirsîn hat destpêkirin? Gumanbar hat girtin? Pergalek mezin heye.  Lê daneyên xwe nagire. Piştî erdhejê du roj şûnde dî destê me de agahiya 200 zarokên winda hebû. Lê saziyên fermî gotin tu zarok ne windaye. Pirsgirêkê vedişêrin û li ser vê îtîbara xwe diparêzin.” 
 
‘Zarok bê bandor tên dîtin’
 
Hatîceyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zarok wek mal û milkê malbatan tên dîtin. Zarok di alî pergalê de wek koma bê bandor tê dîtin û ji ber vê jî ji zarokan re butçe nayê veqetandin. Li şûna ku divê dewlet ji perwerdehiya 20 salan a zarok re razemeniyê bike, wek hêza kar a erzan dibîne, zarokên keç wek pergala hilberîna li malê ya ku dikare bi zor bê zewicandinê dibîne. Em der barê mafê zarokan de xebatan dimeşînin. Em berprisyariya wan tînin ziman. Dewlet berpirsyariya xwe li dijî zarokan nayne cih.”