Eniya Jinê ya Başûr: Em ê têkoşînê mezin bikin
- 14:13 17 Îlon 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Eniya Jinên Başûr bi boneya duyemîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê darvekirin û qetilkirina ciwanan hate şermezarkirin û hate gotin ku di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jin pêşeng bûn û hemû civak tevlî şoreşê kirin.
Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya duyemîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Jin hertim dijî neheqî û koletiya desthilata zilamslariyê têkoşiyane, gelek caran bê ku dengê wan were bihîstin, hatine bêdengkirin û gelek caran jî dengê jinên azad hemû cîhanê hejandiye. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jin û gel ti carî bindestiyê qebûlnekirine.
Çawa jin di hemû şoreş û serhildanan de xwedî rol û pêşeng bûn, di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jî bi heman awayî pêşeng bûn û karîne hemû civakê tevlî vê şoreşê bikin. Jinan karîn hemû cîhanê û azadîxwazan tevlî şoreşê bikin.
Em darvekirina jin û ciwanan ya ji aliyê desthilata Îranê ve şermezar dikin, bang li hemû azadîxwazên cîhanê dikin dijî darvekirinê bêdeng nemînin û xwedî helwestek cidî bin. Em weke Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê vê şoreşê weke dewama qêrîna hezaran salan digirin dest û soz didin sedeya 21’an bikîn sedsala azadiya jinan û şoreşa jinan. Em divê oxirê de jî soza mezinkirina têkoşînê dubare dikin.”