Bi parastina rewa, rêxistin û têkoşînê ber bi 25'ê Mijdarê ve (15)
- 09:04 15 Mijdar 2024
- Dosya
Polîtîkayên dewletê tundiya li ser jinê kûr dike
Rabîa Onver
NAVENDA NÛÇEYAN - Qetilkirina Narîn Gûran, xirapbûna exlaqî û jirêderketina civakê eşkere kir, xeteriya li ser nirxên civakî û pîvanên manewî jî derxist holê. Civaknas Pinar Şen Zengîn der barê gendeliya civakî de jî got, "Bêparhiştina malbatan ji dînamîkên xwe yên çandî, bawerî, nirxên xwe yên exlaqî, nîşaneya şerê sar ku tê pêşxistinê ye."
Bandora polîtîkayên dewletê yên li ser malbatê bi taybetî ji bo jinan dibe sedema pirsgirêkên cûr bi cûr. Şîdeta nav malê, zewaca zarokan, newekheviya zayendî û zêdebûna zextên zayendperest ên di nava malbatê de pirsgirêkên sereke ne ku jinan dixe nava rewşeke dijwar. Armanca vê şîroveyê ew e ku bi pêşkêşkirina daneyan li ser jirêderketina malbatê û zextên li ser jinan, mijarê li ber çavan raxîne.
Malbatbûn û bandora polîtîkayên dewletê
Her çend di dewletên modern de malbat weke hêmaneke aramiyê di civakê de tê dîtin jî destwerdanên siyasî yên li ser bingehê malbatparêziyê dibe sedema zextên cidî di jiyana kesan de. Dema ku ev polîtîka malbatê weke qadeke “parastinê” nîşan dide, rola jinan a civakî bisînor dike û newekheviya zayendî ya di nava malbatê de kûr dike. Ji ber ku di bin bandora modernîteya kapîtalîst û polîtîkayên şerê taybet de girêdanên di navbera malbatan de qels dibin, malbat hem xera dibe, hem jî ji hev belav dibe.
Tundiya nava malê
Tundiya nav malê yek ji pirsgirêkên civakî ye ku li Tirkiye û cîhanê herî zêde bandorê li jinan dike ye. Polîtîkayên ku dewletê di bin gotina "parastina malbatê" de dide pêşxistin, ne ku pêşî li tundiya nava malê digire, jinan di nava malbatê de bêparastin dihêle. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyeyê ji her 10 jinan 4 di jiyana xwe de herî kêm carekê tundiya fîzîkî û zayendî dibînin. Ev rêje bi taybetî li gundan zêdetir e. Tundûtûjî ne tenê bi awayê fizîkî di heman demê de zextên derûnî û aborî jî tên kirin. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li cîhanê ji sedî 30’ê jinan tundî li wan tê kirin.
Zewaca zarokan û newekheviya zayendî
Zewaca di zaroktiyê de pirsgirêkeke girîng e ku tevlîbûna jinan a jiyana civakî asteng dike. Polîtîkayên dewletê yên malbatê li şûna ku li hemberî zewacên zarokan mueyîdeyên tundtir bidin, li ser navê nîzama civakî vê pirsgirêkê paşguh dike. Li gorî raporên UNICEF’ê li cîhanê 650 mîlyon jin di zarokatiya xwe de hatine zewicandin. Li Tirkiyeyê her sal nêzî 150 hezar zewacên zarokan pêk tên. Ji sedî 97'ê van zewacan ên zarokên keç in. Li gorî daneyên TÛÎK’ê, di sala 2022’an de li Tirkiyeyê ji her hezar kesên ku zewicîn bi qasî 11’ê wan di zarokatiya xwe de hatine zewicandin. Zewacên zarokan ku bi taybetî li bajarên Kurdistanê pêk tên, dibe sedem ku zarokên keç ji perwerdeyê qut bibin û jiyana wan di temenê biçûk de bisînor bibe.
Kevneşopiyên olî, fuhûş, tiryak û sîxurî
Di nav nîşaneyên xirabûna civakî de pirsgirêkên weke zêdebûna fuhûşê, tiryakê û sîxuriyê jî balê dikişînin. Ev pirsgirêk tevî nîqaşên polîtîkayên dewletê yên ji bo xurtkirina malbatê dibin sedema encamên neyînî yên weke xerabûna civakî û bêparastin hiştina jinan. Li Tirkiyeyê bi taybetî di nava ciwanan de bikaranîna tiryakê zêde dibe. Bikaranîna hişber ku di nava ciwanan belav dibe, dibe sedem ku malbat têk biçe û ciwan cihê xwe di nava civakê de winda bikin. Li gorî raporên Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) bi taybetî jinên koçber û penaber di bin xeteriya bazirganiya mirovan û fuhûşa bi darê zorê de ne. Ev îstîsmara jinan nîşan dide ku newekheviya zayendî û zextên nav malê çiqas kûr bûne.
Rola jinê ya civakî û bandora siyaseta dewletê
Polîtîkayên ku dewletê li ser jinan di bin navê parastina malbatê de pêş dixe newekheviya zayendî xurt dike û cihê jinê di civakê de bisînor dike. Li gorî Rapora Cihêwaziya Zayenda Civakî ya Cîhanê, Tirkiye di nav 146 welatan de di rêza 124’an de ye. Rêjeya beşdarbûna jinan di jiyana aborî û siyasî de pir kêm e û ev yek jî jinan zêdetir girêdayî malbatê dike. Li gorî daneyên TÛÎK'ê, li Tirkiyeyê rêjeya tevlêbûna hêza kar a jinan ji sedî 32 ye, ji bo mêran jî ev rêje ji sedî 70'ê ye. Jinên ku nikarin xweseriya aborî bi dest bixin, ev yek ji bo wan dibe sedem ku di nava malbatê de zêdetir zext li wan bên kirin û nikarin jiyana xwe kontrol bikin.
Civaknas Pinar Şen Zengin li ser kûrbûna qirêjiya exlaqî û xirabûna civakî û bandora profîla malbatê ya ji aliyê hikûmetê ve li ser wan hatiye avakirin de nirxandinan kir.
'Dewlet armanc dikin ku malbatê bikin parçeyek îdeolojiya xwe'
Pinar Şen, diyar kir ku malbat faktoreke girîng a xirabûn û rizîna civakê ye û di avakirina ji nû de acivakê jî roleke wê ya girîng heye. Pinar Şen, anî ziman ku dewlet an jî hikûmetên xwedî zihniyeta mêr an jî bi îdeolojiya yekreng li ser malbatan hin polîtîkayan dimeşînin û wiha got: “Armanca van polîtîka û îdeolojiyê ew e ku endamên malbatê bikin bin bandora polîtîkayên xwe û bi vî rengî malbatê bikin parçeyek îdeolojiya xwe. Malbatên ku ji dînamîkên xwe yên çandî, bawerî, nirxên exlaqî û şêwazê jiyana xwe bêpar mane, an jî bi awayekî ji rê derketine, nîşana şerê sar in, ku dewlet bi rastî hewl didin bi rêya malbatê civakê li gorî xwe bi teşe bikin û bikin parçeyek ji îdeolojiya xwe."
Pinar Şen amaje bi wê yekê kir ku jirêderketin bi taybetî li Kurdistan û Herêma Anatoliya Navîn zêde dibe û got, “Ev şêwaza jiyana ku bi rêya medyaya civakî, teknolojî û jiyana rojavayî tê xwestin bê guhertin û tê xwsestin ku bi vê şêwazê civak bê teşwîkirin. Di vê xalê de, yek ji tiştên herî girîng ên ku divê malbat bikin ev e ku nirxên civakî bi riya malbatê veguhezînin. Em baş dibînin ku perwerde, ehlaq û awayê jiyanê yê yekem ji malbatê tê û bandora malbatê li ser zarok û endamên wê bixwe heye. Ev nirx kevneşopî û adetên me yên rojane ne û belkî yek ji wan tiştên herî girîng zimanê me yê zikmakî ye. Gelekî girîng e ku em sembolên xwe yên çandî li gel zimanê dayikê, xwendina xwe ya ji dîrokê û baweriyên xwe zindî bihêlin. Li vir em difikirin ku li hember polîtîkayên ku li ser baweriyan têne meşandin, pêdivî ye ku meriv bizanibe riya rastîn a baweriyê çi ye. Parastina mîrata çandî û nasnameyê bi rastî diyardeyek e ku bi rêya malbatan derbasî endamên malbatê dibe. Ji ber vê yekê em difikirin ku malbat di warê perwerdekirin û parastina nasnameya çandî de xwedî erkên mezin in. Dejenerebûn û biyanîbûn bi jidûrketina nirxên çandî û nasnameyê pêkan e. Vê biyanîbûnê mirov dikare şîroveya biyanîbûnê ya Karl Marx pênase bike. (Li gorî Marks, ger karker ji berhemên keda xwe biyanî bibin, sedema vê yekê di pêvajoya hilberînê de, yanî di nav çalakiya hilberînê de biyanîbûn e. Bi gotineke din, eger berhema kedê biyanî be, hilberîn bi xwe jî pêvajoyeke çalak a biyanîbûnê ye. Çawa ku Marx di têgîna biyanîbûnê de behs kiriye, em dikarin behsa du cureyên biyanîbûnê bikin."
'Eşîr îdeolojiyên dewletê nîşan didin'
Pinar Şen di axaftina xwe de behsa pêkhateyên malbatî û eşîrî yên bi dewletê re jî kir û destnîşan kir ku eger eşîr bi dewletan re di nava têkiliyan de bin, dewlet îdeolojî û paradîgmayên xwe bi rêya eşîran nîşanî malbatan dide. Pinar Şen anî ziman ku ev yek herî zêde di ser jinan re tê kirin û wiha got: “Bi rola mêran dest pê dike. Hewl dide bi rêya Îslamê (Îslama siyasî), ku baweriya olî ya herêmê ye, îfade bike. Dibe ku ev yek ji faktorên herî girîng ên têkçûna nirxên exlaqî yên civakan û ketina wan a di bin serweriya desthilatdariya heyî de xuya bike. Lêbelê, riya jiredkirina van rêbazan ew e ku meriv bikeve nav atmosferên ku dikare dînamîkên çandî yên malbatê baştir bike. Bi gotineke din, ez difikirim ku ew ê bi sazî û rêxistinên ku dê vî karî bikin û navbeynkarên ku bikarin ji nirxên wê yên çandî û xwezaya wê re xizmet bikin dê baştir bibe."
'Bi paşdexistina jinan a di nava civakê de jirêderketin zêde dibe'
Pinar Şen, destnîşan kir ku hin îdeolojiyên ku bi ferdên malbatê re hewl didin bên empozekirin, ji aliyê kapîtalîzmê ve jî hatine bicihkirin û meşrûkirin û destnîşan kir ku bi taybetî bi fîgurên mêr ên di warê otorîte û hiyerarşîk de derketine holê. Pinar Şen got, “Ev desthilatdarî di rastiyê de jin û zarokan paşve dixe û hiyerarşiya xwe ya di nava malbatê de bi cih dike. Di encama vê de, hemû têgîn an nirxên çandî yên ku em jê re dibêjin kevneşopî, bi têgîna ku em jê re dibêjin zexta çanda mêr dest pê dike. Xerabûna çandî jî dest pê dike. Rastiya ku jin ber bi pozîsyona duyemîn ve têne kirin nîşan dide ku kavilbûna civakî û xirabûn çiqasî kûr dibe. Em dikarin bi hêsanî bibînin ku rolên zayendî di nav hemî strukturên malbatê de ku ji hêla eşîran ve têne fêr kirin bi cih bûne. Mînak, her çend perwerde bi dînamîkên malbatê dest pê bike jî, piştî demekê mirov dikare bibîne ku zarok piştî demekê dikar di warê perwerdehiyê de bi rola zayenda civakî ji malbata xwe veqte. Dema ku tê gotin ku erka keçan a alîkariya dayikê, paqijkirina malê, cilşûştinê û xizmetkirina mêr e, em dibînin ku kur di qada giştî de, di pozîsyona karsazî, perwerdehiyê de tên pêşxistin. Em dikarin bi hêsanî bibînin ka dînamîkên me bi kevneşopî, çand, an prensîbên jiyana nûjen, wek mînak bi awayê eşîrî, çawa diguhezin. Ji ber vê yekê em dikarin bi rehetî bibêjin ku rizîna civakî û xirabûna ku em behs dikin bêyî ku civak hay jê hebe, çiqas kûr dibe û piştî demekê dibe ku em rastî nebûna nirxên çandî û jiyana ku li ser berjewendiyên takekesî hatine avakirin re rû bi rû bibin.”
Hüda-Par, Hizbullah û malbat…
Pinar Şen a ku qetilkirina Narîn Gûranê di alî xirabûn û rizîna civakî de mînak nîşan da, got, “Ji 21’ê Tebaxê heta 8’ê Îlonê li herêma Kurdan, ango Amedê, keçek winda bû û dînamîkên malbatê bi awayekî bêhempa perçebûyî xuya kirin. Ev jî nîşan dike ku gelek sedemên vê hene. Bi taybetî jî pozîsyona mamê Narînê ya nêzî dewletê û keyatiya wî ku çiqas girêdayî dewletê ne. Bandora Huda-Par û Hîzbullahê heye, ku bi awayekî bêhempa hewl didin xwe li herêmê heyî bikin. Em di fikra ku bi senaroyekê dixwazin Ji ber vê yekê, dibe ku bandora Huda-Parê ya ku li herêmê serdestiya xwe diparêze, an jî feraseta Îslamê ya ku Hîzbullah hewl dide biafirîne be. Tişta ku ew dixwazin derxin holê prototîpên malbatê ne, nemaze li van herêman. Çima bi vî awayî hewl didin prototîpên malbatê biafirînin? Ew malbatan çawa bi cih teşe dikin? Awayê cîbicîkirina malbatan, rolên ku ji malbatan re destnîşan dikin, îmkanên karkirina mekanîzmayên ku jê re dibêjin dewleta kûr bi rê ve dibin. Kuştina Narînê nîşan dide ku li şûna kuştina wê, çawa hewl tê dayîn ku herikîna agahiyên heyî veşêrin. Ev bi strukturên malbatê yên heyî ve girêdayî ye."
'Divê malbat saziyên çandî yên ku esn temsîl dikin ava bikin'
Pinar Şen, anî ziman ku yek ji wan faktorên ku rê li ber xirabûna avaniya malbatê bigre, avakirina saziyên çandî yên ku dînamîkên malbatê bi xwe temsîl dikin e û destnîşan kir ku saziyên dewletê di vê wateyê de norma dermankirinê nîşan nadin. Pinar Şen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku wezareteke ku xwe dispêre fikrên desthilatdariya mêran û ji pêkhateyeke mêraniyê pêk tê, bi tu awayî nikare bikeve nava pêkhateyên malbatê. Dema ku em li pêkhateyên malbatan ên li herêmên Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku her pêkhateyek malbatî xwedî dînamîk, bawerî û nirxên xwe yên çandî ye. Bi taybetî, berevajî Kurdan, ku weke grûbeke etnîkî yan jî komeke hindikayî ya cihê xwe ne, tê xwestin ku Tirk, ber bi dînamîkên xwe yên çandî de werin kişandin û bi nirxên xwe yên çandî ve werin girêdan. Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin, divê di warê îdeolojîk de avakirineke nû bê kirin. “Bi taybetî van demên dawîn ku zarokên me zimanê xwe nizanin, ji çanda xwe bêpar in, hay ji nirxên xwe yên exlaqî nînin û xwe bi piranî bi nasnameya Tirkî, çanda Tirk û zimanê Tirkî nîşan didin, ev yek nîşan cudakarî û dubendiyeke zêde heye."
Sibe: Li dijî kedxwariyê parastina rewa