Bi parastina cewherî, rêxistinbûn û têkoşînê berbi 25’ê Mijdarê (11)
- 09:05 11 Mijdar 2024
- Dosya
Di berxwedana çandî de rihê parastina cewherî
Dîlan Babat
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Sîdar Aslan, da zanîn ku li dijî êrîşên li hember çanda Kurdî, bi hevkariya fîlm, şano û çîrokan parastinek cewherî ya çandî tê kirin. Sîdar Aslan got çand bi qasî şêweyê jiyanê ye şêweyê parastina ceweheri ye jî.
Êrîşên li hember çanda Kurdî didomin. Gelê Kurd li her qadê di hewldana parastina çanda xwe de ye. Li dijî êrîşan bi şano, fîlm û sînemayê parastinek cewherî tê kirin.
Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî jin diyar dikin ku parastina cewherî li dijî her cureyê tundiyê xalek girîng e. Ji Akademiya Sînemaya Rojihilata Navîn Sîdar Aslan axivî.
Çand û parastina cewherî
Sîdar Aslan da zanîn ku çand paşeroj, jiyan û zimanê mirovan e û gelek hêmayan dihewîne. Sîdar Aslan wiha got: “Dayikên me bi sedsalan bi zimanê xwe bi zarokên xwe re axivîn û ziman parastin. Ev wek parstina çand û hunerê jî dikare bê dîtin. Dema êrîş li hember zimanê me hebe em çanda xwe li dora ziman îfade dikin. Dema ku li hember çandê êrîş pêk tên herî zêde jin hîs dikin. Em wek jin çanda xwe diparêzin û têdikşin. Di demên dawî de li hember govend, stran û cil û bergên kurdî êrîş pêk tên. Me li dijî vê got ‘ev çanda min e’ û em ketin pozîsyona parastinê. Em ziman, çand, govendên xwe diparêzin.”
‘Em cih didin çandên cuda’
Sîdar Aslan daxuyakirin ku modernîteya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst ne tenê Kurdan hemû nasnameyan dihewîne û wiha dirêjî dayê: “Em lêpirsîndikin ku ev nasname û çandên cuda çawa divê bijîn. Di dema şanoyan de em tenê lîstikên der barê çanda Kurdî de nalîzin. Em ji gelek çand û zimanan lîstikan dilîzin. Wek kesek sînemavan nabêjim bila tenê Kurdî be. Em di fîlmên xwe de gelek hêmayên çandî yên cuda tevli dikin. Em cih didin çandên cuda. Em alternatîfan diafirînin.”
‘Çand parastinek cewherî ya jiyanê ye'
Sîdar Aslan di berdewamiya axaftina xwe de got di gelek rojên taybet de rêbaza lixwekirina cil û bergên kurdî jî şêweyekî parastina cewherî ye û wiha pê de çû: “Di salên dawî de em di êrîşên li hember jinan de zimanê çapemeniyê dibînin. Ji bo jinên hatine qetilkirin li ser çapemeniya civakî platform hat avakirin. Gelek parêzer, aktîvîst û hunermend tevli vê bernameyê bûn. Pirsgisrêk hatin axaftin. Lê çavkaniya van pirsgirêkan baş nehat destgirtin. Tevî vê jinan çavkaniya pirsgirêkan anî ziman. Di qada hunerê de jî bi fîlm û şanoyan balê dikşînin ser van çavkaniyan û parastinek cehwerî tê hûnandin. Çand parastinek cewherî ya jiyanê ye.”