Li dijî komployê berxwedana dîrokî (3)
- 09:06 28 Îlon 2024
- Dosya
Komployeke bi qasî li hember Kurdan li hember Tirkan bû jî
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku komploya ku hêzên navneteweyî pêk aniye bi qasî ku li dijî krudan pêk hatiye li dijî Tirkan jî hatiye kirin û got helwesta li dijî vê nîşandana riya çareseriya demokratîk a li gorî rastiya dîroka gelan û rastiya civakan de ye.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin û 4 meh şûnde jî bi komploya navneteweyî ya ku operasyona NATO-Gladîo bû hat revandin û anîn Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan ji wê rojê de ye di bin tecrîda giran de ye û 43 mehe tu agahî jê nayê girtin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd kampanyaya tê meşadin global bû. Abdullah Ocalan bi tespît, nrixandin û paradîgma xwe ji bo çareseriya pirsgirêkan bal dikşîne ser nokteyên girîng.
Di vê dosyayê de Abdullah Ocalan der barê komploya 9’ê cotmehê destpêkiriye de, pêvajoya Îmraliyê û tiştên hatine jiyîn dinirxîne.
Komploya ku hewl dan li Îmraliyê bikin jiyanê
Abdullah Ocalan Girtîgeha Îmraliyê wekî Guantanamoyê nirxandibû û wiha gotibû: "Pergala Îmraliyê ji aliyê pergala/cîhana kapîtalîst ve bi taybetî li dijî min hatiye amadekirin. Li vê pergalê cihê hiqûq û qanûnan nîne. Ji bo îradeyê qels bike, bi demê re birizîne û teslîm bigire hatiye amadekirin. Hem ji aliyê mercên girtîgehê ve hem jî ji ber revandina li derveyî hiqûqê, dikarim bêjim ku girtîgeha Îmraliyê weke Gûantanamoya destpêkê (Proto Guantanamo) xistine dewrê. Ji destpêka vê pêvajoyê ve însiyatîf di destê DYA'yê de ye, Ingîlistan û Îsraîlê roleke girîng lîstine. Leşkerekî bi rutbeya albay yê fermî ez li gravê pêşwazî kirim. Xwe wek nûnerê Fermandariya gitşî da nasîn. Piştre dema lêpirsîn hat destpêkirin heman rayedarî axaftinên cuda û girîng kiribû.
Li gravê çar yekîneyên ewlehiyê
Heyetek ji çar yekîneyên ewlehiyê pêk dihat (fermandariya giştî, cenderme, emniyet û îstîxbarata neteweyî) 10 rojan lêpirsîn kirin. axaftinek kasetê ya xîtabê fermandariyên hêzan çêbû. Piştre axaftinên bi mehan berdewam kirin çêbûn. Kesên cuda di navberê de ketin dewrê. Ji Ewropayê heyet dihatin.
Komediya darizandinê
Hem di dema komediya darizandinê de hem di pêvajoya hukumdayînê de, ji wan îradeyeke guherînê ya erênî çênebû.Nûnerên serokatiya fermandariya giştî ji hêza biryarê bêpar bûn. Ji bom in pergaleke ku DYA li piştî wê bû û NY’ê kontrol dikir hatibû îcatkirin. Ya ku ev pergal plan kiribû Îngîlîstan bû, îcrakirina wê jî ji Tirkan re mabû.”
Fêmkirina zîhniyeta piştî komployê
Abdullah Ocalan diyar dike ku fêmkirina zîhniyeta polîtîk û felsefîk a pişt komployê gelek girîng e û wiha didomîne: “Her tim behsa esasek komployê ya sedsalan tê kirin. Ez her tim vê dibêjim. Min behsa komployên mezin yên her demî kir. Ji van tenê yên li hember Kurdan komploya Alayên Hamidiyan, Mele Selîm yê Bedlîsê ya 1914’an, 1925 Şêx Seîd, 1930 Agirî û 1937 Dêrsîm, 1959, 49 û 1960 û Dozên 400’an, kuştina Faîk Bucak û Sayîd Kirmizitoprak a ji aliyê PDK’ê ve. Bi sedan komplo dikarin bên rêzkirin. Yên komployan pêk tînin jî vê wek hunera desthilatdariyan dibînin. Komplo wek rih û alava herî girîng a hunera desthilatdariyan tê dîtin. Ev huner ji bo Kurdan di hîmê komployê de tên meşandin. Di vir de ya girîng hêzên tevli komployê dibin divê baş bên nasîn û venasîn. Ez dikarim bêjim ku di pêvajoya Îmraliyê de ez ketim zorê.”
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku di komployê de hêzên ku bi hev re dikevin nakokiyan jî cih digirin û wiha dinrixîne: “Ji DYA’yê heta Federasyona Rûsyayê, ji Yekitiya Ewropayê heta Yekitiya Ereban, ji Tirkiyeyê heta Yewnanîstanê, ji Kenyayê heta Tacîkîstanê gelek dewlet tevli komployê bibûn. Dijminên bi sedalan Tirkiye û Yewnanîstan. Ya ku ev anîn gel hev çi bû gelo? Çima li ser min evqas tifaqên bê rêgez dihatin avakirin?Ji bo hedefgirtina min çima hejmara hevkaran evqas zêde bû. Cîhanê wekê ku raqîbê xwe yê herî xetere kiribûn bin lepê xwe. Ez ji bo gelekan wek tedhîd bûm.
Abdullah Ocalan ji bo nêzîkatiya Îngîlîstanê jî wiha dibêje: “Di nava hêzên di komployê de cih digirtin ya herî bi tecrube Îngîlîstan bû. Ji bo ez li Ewropayê polîtîkayê nekim hêza ewil ya guleya xwe berda bû. Çawa çûm Ewropayê ez wek kesê nayêm xwestin îlna kirin. Ev ne gavek hêsan bû. Ev gavên ku rê encamên wê diyar kiribûn.”
Derdê DYA’yê
Derdê DYA’yê hîn cudatir bû. Dixwestin BOP bikin dewrê. Ji ber vê geşedanên li Kurdistanê girîng bûn. Tasfiyekirina min ji bo wan rojan li gorî polîtîkayên global bûn. Rusya wê demê di krîza aborî de bû hewce bi krediye didît. Ger ev ji bo wan derman bûna wê çima rola xwe nelîstiba. Ji xwe yên din birayên mezin bûn. Birayên mezin çi bigota wan jî digirt. Li seranserê cîhanê wan salan şerê serdestan dihat jiyîn.
Rojhilata Navîn navenda têkoşîna hegemonîk bû
Di alî polîtîk de Rojhilata Navîn cihê navenda têkoşîna hegemonîk bû. Têkoşîna li ser Kurdistanê di alî hesabên hegemonîk de rola esas bû. Cihê polîtîk û îdeolojîk yê PKK’ê bi hesabê hegemonîk re di nalokiyê de bû. Ji ber vê jî tasfiyekirina min dihat wateya ku pêşî li hesabên wan bê vekirin. Di hevsengiya Îmraliyê de ev hesabên dîrokî di şexsê min de ji nûve zindî bûn. Ji bo pêvajoya Îmraliyê çareser bikim, divê xwedî hişmendiyekê bûma.”
Abdullah Ocalan bi xalan armanca komploya li hember xwe formule dike û di bin sernavan de vedibêje:
Ne tenê Kurd li hember Tirkan bû jî
“a- Komplo di şexsê min de ne tenê li hember Kurdan li Tirkan jî hatibû kirin. Teşeyê teslîmkirin û niyeta kesên di vir de rol girtine, ne çaresreî û bidawîbûna terorê bû, armanca wan ev bû sedsalek din jî nelihevkirinê giran bikin. Niyeta komploya li hember min ji bo wan derfetek îdeal bû. Heta dawî ev derfet wê bikarbianiyan. Berovajî vê jî ji xwe ne pêkan e. Ji ber dilê wan bixwesta dikaribûn piştgirî bidana geşedanên erênî. Lê li şûna çareseriyê pirsgirêk kûr kirin. Dixwestin hewayek wek Israîl-Fîlîstînê pêk bînin.
b- Gelek girîng bû ku ez vê bidim fêmkirin ku ev komplo di esasê de ji min û Kurdan wêdetir li hember Tirkan hatiye kirin. Min ev her tim ji kesên ez lêpirsîn dikir re digot. Lê wan xwe dabûn ber pêla şehweta serkeftinê. Heta 2005’an ku fêmkirin bandora tevgera azadiya Kurd hîna zindiye ev berdewam kirin. Dema ez li ser mijarê hîn bêtir kûr bûm, min esasên komployê ji nêz ve dîtin. Min bûyera jê re dibêjin serbixwebûna Tirk, ferq kir ku yek ji cureyên herî xerab a tirkyakbûnê ye. Tiryakbûna Tirkan îdeolojîk û polîtîk bû. Min ev baş fêm dikir. Hêzên hegemonîk ev alî bikardianîn.
c- Hêzên hegemonîk di pirsgirêka Tirk-Kurd de rêbaza ‘kîvroşk bireve, rovî bigire’ bi kar dianî. Wisa dikirin ku hem kîvroşk hem jî rovî biwestin û bikevin, dawiyê de bikevin bin bikaranîna wan xizmeta wan. Ya li hember min pêk hat ev rêbaz piştrast kir. Hem nêzîkatiya konseya Yekitiya Ewropayê, hem jî biryên DMME’ê ji pêkanîna vê polîtîkayê re xizmet dikir. Mantika ku her dua liyan jî bê dawî bixwe ve girê bidin hebû. Armanc ne edalet û çareserî bû. Min parastinên xwe hîn bêtir bi armanca teşhîrkirina vê mantiqê pêş xist. Hêzên hegemonîk destura berdewama glodyoya Tirkiyeyê dabûn. Dema Gladyo ji nêz ve bê lêkolînikrin û felsefa wê bê derxistin w^ebê dîtin ku hedefa wan ev e ku welat dagir bikin, gel parçe bikin û bi hev bidin şerkirin.
d- Min pêvajoya îmraliyê ji bo xerakirina vê lîstikê wek platformek îdeal nirxand. Ji bo vê min hîmê xwe yê teorîk xurt kir. Min hemû argumanên pratîk û felsefîk ên şertên çareserî û aştiyê pêş xist. Ez li ser xweserbûna çaerseriya siyasî ya demorkatîk hûr bûm. Xebatên zehmet û sebrê dixwazin dikarin komployê bişîne û dikaribû alternatîfên çareseriyê pêş bixîne. Di vê mijarê de ez neçar bûm bi xwe bawer bim. Wekê din çareya min tunebû. Niyeta kesên di komployê de cih girtin cuda bû. Dixwestin şexsê min de PKK’ê û tevgera Azadiyê biqedîtin. Pêkanînên girtîgehê, hemû nêzîkatiyên DMME û YE’yê girêdayê vê armancê bûn. Tevgereke Kurd ya ji min dur û hatiye parastin dixwestin. Dixwestin versiyonek modern a hevkariyê av bikin. Xebatên DYA û YE’yê jî li sre vê bûn. Di vê esasê de ji tifaqên bi Tirkiyeyê re amade bûn. Ji pêvajoya Îmraliyê ya dihat armanckirin ev bû. Dixwestin van planan pêk bînin. Tişta ku rê da ber parêznameya min jî riya çarseriya demokratîk û aştiyek bi rumet ya li gorî rastiya dîroka gelan û civakê bû.”