Têkoşîna bênefes a hezar hefteyî (4)

  • 09:05 24 Gulan 2024
  • Dosya
 
Têkoşîna ku du nifş e Masîde Ocak dimeşîne…
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL- Masîde Ocak wek nifşa duyemîn têkoşîna mirovên şemiyê 29 sale didomîne. Masîde wiha dibêje: “Ev pêvajo her çiqas bi êş bin jî ya ku me li ser piyan digire, hezkirin, hesret û girêdayîna me ya bi windayên me re ye.  Em ê têkoşîna xwe ya li Galatasarayê bidomînin.”
 
Dayikên Şemiyê-Mirovên Şemiyê ji  di 27’ê Gulana 1995’an de ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin dest bi çalakiyê kirin û hezar hefteye çalakiya xwe didomînin. Hasan Ocak di 21’ê Adara 1995’an de ku 30 salî bû hat revandin û 58 roj şûnde cenazeya wî li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hat dîtin. Xwişka wî Masîde Ocak wek nifşa duyemîn a vê çalakiyê têkoşîna ku dimeşînin vegot.
 
‘Hasan ne kesê ewil yê di bin çavan de hat windakirin bû’
 
Masîdeyê da zanîn ku birayê wê Hasan ji bo rojbûna xwişka wan paste  bigire ji mal derketiye û carek din venegeriyaye malê. Masîdeyê got: “Birayê min di 1986'an de û 1987’an de du caran hatibû binçavkirin. Di 1986’an de hat binçavkirin û 15 rojan agahî jê nehat girtin. Em wisa difikirin ku birayê min dema ji Beyazit diçû Kumkapi hatiye binçavkirin. Ji ber kesan dîtine ku birayên min ji binçavan, ji odeya îşkenceyê derxistine. 58 rojan em li Hasan geriyan. Me serî li wezaret li walîtiyê da. Lê me tu encam negirt. Hasan ne kesê ku ewil hatibû windakirinê bû. Lê me xwest yê dawî be. Malbata me bû du beş. Komek li Enqereyê komek li Stenbolê kampanya meşand. Di roja 15’ê kampanyayê de malbatên din jî tevli me bûn. Me bi heval û parêzvanên mafên mirovan re xebat meşand.”
 
‘Girtekên cihê bûyerê û rapora otopsiyê her tiştî nîşan dide’ 
 
Masîdeyê wiha domand:”Me piştî 58 rojan li goristana bêkesan a Altinşehîrê cenazeyê Hasan dît. Girtekên cihê bûyerê û raporên otopsiyê nîşan didin ku Hasan bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Ji ber nasname, benên pêlavên wî, kemer û saeta wî tunebû. Sedema mirina wî bi têl an jî ben xeniqandin be jî li ser laşê wî şopa îşkenceyê hebû. Di rapora otopsiyê de jî hebû. Piştî 58 rojan şûnde me cenaze girt û li goristana Gazî defin kir. Piştre ji bo gumanbar bên darizandin em di 27’ê Gulana 1995’an de derketin qada Galatasarayê.”
 
‘Hatina me ya qadê li pêş windakirina di bin çavan de bû bend’
 
Masîdeyê daxuyakirin ku ew dema derketine qada Galatasarayê 5 malbat bûne û piştre zêde bûne. Masîdeyê wiha dirêjî dayê: “Hejmara me roj bi roj zêde bû. Ji Tebaxa 98’an heta adara 99’an yanî 30 hefteyî me bi binçavkirinê derbas kir. Di hefteya 200’î de me navber da çalakiya xwe. Di 1994’an de hejmara windayan 500 bû di 99’an de dema me navber dayê hejmara kesên winda bibûn 11 bû. V têkoşîna me li pêş polîtîkaya wan a windakirina di bin çavan de bend ava kiribû. Ev ji bo me destkeftiyek bû. “
 
Piştî Hasan têkoşîna ku 29 sal e didome
 
Masîdeyê got ew xwe wek aktîvîsta mafên mirovan dide nasîn û wiha bi lêv kir: “Dema Hasan hat winda kirin ez 19 salî bû. 29 sal e têdikoşim. Ez di komîsyona windayên binçavan ya Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê de dixebitim. Ez her tim di têkoşînê de bûm. Me bedelên giran dan. Em ê belkî hîna bidin jî. Yên ku ev mirov winda kirin wê rojekê bên cezakirin. Bi vê baweriyê ez têkoşînê dimeşînim. Dawza me ev e ku winda bên dîtin.  Ev pêvajo çiqas bi êş bin jî hesret,hezkirin û gêdayîna me ya bi wan re me li ser piyan dihêle. Em ê têkoşîna xwe bêyî ku qurnefîlên me biçimlisin, bidomînin.”
 
‘Bila hefteya hezarî bibe mîlad’
 
Masîdeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji 2018’an heta niha ji bo hevdîtina bi wezareta karên hundir û serokomariyê re serlêdanê dikin lê nikarin vê hevdîtinê pêk bînin û got: “Em dixwazin ku hefteya hezarî bibe mîlad. Em wke xizmên windayan, bi sînorkirina 10 kesî diçin Galatasarayê. Galatasaray cihê gorên xizmên me ye. Em bang li hikûmetê dikin ku bila bariyeran  rakin û hemû xizmên  windayan wêneyên xizmên xwe li wir hildin. Bila li gorî biryara Dadgeha Destura Bingehîn tevbigerin.”
 
Sibe: Israra di çavan de têkoşînê ji nivşekî dewerî nifşekî din dike...