Li Rojhilata Navîn zarokbûn... (8)

  • 09:05 22 Nîsan 2024
  • Dosya
 
Zextên sîstematîk û zarokên Kurd
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zilma seranserê dîrokê li Kurdistanê pêk hatiye, di 22 salên dawî de bi destê AKP-MHP’ê hat sîstmatîkkirin. Bi pevçûn, înfaz û binpêkirinên bi destê dewletê hatine kirin mafê zarokên Kurd di bin xetereyê de ye. Şertên jiyanê yên zarokên Kurd  roj bi roj zehmet dibin û bangên ji rêxistinên navneteweyî tên kirin jî qels dimînin.
 
Li Rojhilata Navîn di seranserê dîrokê de gelek pevçûn û guherînên siyasî pêk hatin. Ev herêm ligel dewlemendiya çandî, têkiliyên tevlihev yên komên olî û etnîk  dihewîne. Tirkiye jî nav vê curebûnê de cihekî girîng digire. Li welat nifûsa Kurd her tim bi zextan re hat rû hev. Salên dawî zor û zehmetiyên zarokên Kurd dijîn balê dikşînin. Ev binpêkirin di raporên mafên mriovan û navneteweyî de jî tên dîtin. 
Di vê beşa dosya xwe de di heman demê bi wesîleya 23’ê Nîsanê cejna zarokan me binpêkirinên mafan yên di 22 salan de pêk hatine berhev kirin.
 
Zilma ku li seranserê dîrokê berdewam kiriye
 
Zilma li ser zarokên Kurd bi komkujiyê ji 1930’an dest pê kir û heta Zîlan û Dêrsîmê gihişt lutkeyan. Wê demê bi hezaran zarokan jiyana xwe ji dest dan. Bi êrîşên wek komkujiya Robozkê zilmê berdewam kir. Di 2011’an de di komkujiya Roboskê de ku di nav de zarok jî hebûn 34 sivîl hatin qetiklirin. Di 2006’an de daxuyaniya Erdogan a ‘jin be jî zarok be jî çi hewce be bikin’ tundî û înfaz bû polîtîka dewletê.
 
Zarokên hatin qetilkirin
 
Bi çalakiyên tundî û înfazê yên leşker û polîsan zarokên Kurd hedef hatin girtin.
 
Ugur Kaymaz: Bi 13 guleyan hat qetilkirin
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 21’ê Mijdara 2004’an de Ugur Kaymaz ê 12 salî bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re li ber malê polîsan gule li wan reşand û ew qetil kirin. Polîsan 13 gule li bedena Ugur Kaymaz ê 12 salî barandin. Her wiha polîs çeka keleşê jî danî ber serê wan. Piştî bûyerê bi demek kin Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da û Ugurê biçûk û bavê wî wek “terorîstê amadekariya çalakiyê dikir” ragihand.
 
Bûyerên 28’ê Adara 2006: Enes û Mahsum hatin qetilkirin
 
Di 24’ê Adara 2006’an de di pevçûna li Muşê de 14 PKK’iyan jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyên wan anîn Amedê. Di 28’ê Adarê de merasîma cenazeyan pêk hat û piştre çalakiyan dest pê kir û heta 31’ê Adarê berdewam kir. 13 kesî di pevçûnan de jiyana xwe ij dest da. 300 kes birîndar bûn. Enes Ata (8) di sala 2006’de li Amedê ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin. Heke Enes nehata qetilkirin îro dê di nav ciwanan de bûya.
 
Ceylan Onkol: di encama teqîna guleya hawanê de jiyana xwe ji dest da
 
Ceylan Onkol (12), di 28’ê Îlona 2009’an de dema ku li çiyayê gundikê Xambaz ê girêdayî gundê Kanîsipiyê yê navçeya Licê ya Amedê sewal diçêrandin bi topa hawanê ku ji qereqolê hat avêtin hat qetilkirin. Ji Ceylanê ji bo me tenê wêneyekî wê yê ku di 7 saliya wê de hatibû girtin û awirên çavên wê yên reş û gir man.
 
Zarokên di encama lêketina wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dan
 
Di 15 salên dawî de  yek ji rewşa din ku zarokên Kurd hedef girtin lêketina wesayîtên zirxî bû. Li gorî daneyên ÎHD’ê yên 2023’an de di encama lêketina wesayîtên zirxî de 21 zarokan jiyan axwe ji dest daye. Ev bûyre bi taybet li Kurdistanê pêk hatine.
 
Muhammed û Furkan Yildirim: Di encama lêketina wesayîta zirxî de hatin qetilkirin
 
Di 3’ê gulana 2017’an de li Sîlopiyê panzerê dîwarê malekê hilweşand û ket hudnir û du birayên hev Muhamed yê 7 salî û Furkan Yildirim yê 6 salî qetil kirin. Polîsê gumanbar omer Yegît 2 sal û mehek ceza lê hat birîn û amîrê ku ew peywirdar kir Murat Maden jî berat kir.
 
Polîtîkayên asîmîlasyon û hişbirê
 
Di 22 salande li hember Kurdan polîtîkayên asîmîlasyonê jî berdewam kirin. Kreşên bi Kurdî yên perwerda didan zarokan hatin girtin û dibistanên seretayî ku hatin vekirin hatin girtin. Yek polîtîka din ya AKP’ê jî teşwîqkirina hişbirê bû. Li ber dibistanan firotina hişbirê di bin kontrola dewletê de hat kirin.
 
Cînayetên li ser kar
 
Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kar (ÎSÎG) di dema AKP’ê de herî kêm 909 cînayetên li ser kar yên zarokan hatine jiyîn.
 
Dane û bûyerên rojane
 
Di demên dawî de li Amed û Wanê  di enama lêketina wsayîtên zirxî de kuştinên zarokan didomin. Di 2002’an de herî kêm 5 zark di encama van lêketinan de jiyana xwe ji dest dan.
 
Bertekên navneteweyî
 
Komîteya Mafên Zarokan a NY’ê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, di raporên der barê zarokên Kurd de weşandinde de Tirkiye vexwendiyê parastina mafên zarokan. Lê AKP’ê tevî van bangan tu gavek şênber navêt.
 
Binpêkirinên mafên zarokan, rewşa civakî-aborî ya li Kurdistanê zêdetir xera dike. Mafên zarokan ji dest tên girtin û zarok ji gelek mafan bêpar tên hiştin. Heman rewş û binpêkirinên mfan li herêmên din ên Kurdistanê jî dewam dikin. 
 
Ji rêxistinên navneteweyî bang
 
Di encama tundiya leşker û polisan de hejmara zarokên Kurd yên jiyana xwe ji dest dan zêde dibin û gumanbar bê ceza tên hiştin. Rêxisitnên civaka navnetweyî û mafên mirovan divê mijarê de bangên xwe dubare dikin lê di mijara pêkhatina berpirsyariyê de şûnde paşve man.
 
Sibê: Li Başurê Kurdistanê sûcên li hember zarokan zêde dibin.