Berxwedana reng bi reng (6)

  • 09:33 6 Adar 2024
  • Dosya
 
Ber bi 8’ê Adarê ve daxwazên jinên kedkar ên tenduristiyê
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Hevseroka SES'ê ya Şîşliyê Fadîme Kavak da zanîn ku wek jinên kedkarên tenduristiyê hem li malên xwe hem li qadên xebatê li dijî şert û mercên zehmet yên xebatê û pergala hiqûqê ya ku gumanbaranên destdirêjiyê didin beratkirin, têkoşînê didin û got: “Em têkoşîna yekbûyî ya jinan diparêzin.”
 
Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yek ji qadên ku pisgirêkên giran û krîz lê tên jiyîn qada tenduristiyê ye. Bi taybet kedkarên tenduristiyê yên jin, li nexweşxaneyên lê dixebitin, li cihên dermankirinê, li navendên tenduristiyê, li qadên cud ayên xizmeta tenduristiyê, bi gelek pirsgirêkên wekê binpêkirina kedê, tacîz, saetên dirêj yên xebatê re tên rû hev. Jinên kedkarên tenduristiyê li malê xwe jî barê hemû malê digirin ser xwe û karê wan dibe du kat. Li aliyê din jî hema hema her roj kedkarên tenduristiyê bi tundiyan re tê rû hev. Jinên kedkarên tenduristiyê li dijî van pirsgirsêk û krîzan her sal bi daxwaz û dirûşmeyên xw edi 8’ê Adarê de dadikevin qadan.
 
Hevseroka Sendîka Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şîşliyê Fadîme Kavak beriya 8’ê Adarê pirsgirêkên jinên kedkarên tenduristiyê û daxwazên xwe nirxand.
 
Kedkarên tenduristiyê li dijî destdirêjiyê têdikoşin!
 
Fadîmeyê got qada tenduristiyê qada herî giran a baskê kar e û got: “Li ser hemû pirsgirêkên jinan yên dijîn pirsigrêkên yên giran hene.  Em kedkarên jin yên tenduristiyê hemû pirsgirêkan dijîn. Em li malê, kolanê, civakê de li qadên dixebitin pirsgirêkan dijîn. Şertên taybet yên baskê kar jî hene. Hemû dibin yek û di alî me de jiyan zehmetir dibe. Ji bo em mafên xwe biparêin divê em ji jinên din zêdetir têbikoşin.”
 
Yên tên qetilkirin yên destdirêjî lê tên kirin…
 
Fadîmeyê behsa pisgirêkên din 2023’yan de hatine jiyîn kir û got: “Di 2023’yan de hevalên me yên xwestin dest ji hevjînên xwe berdin hatin qetilkirin hebûn. Hevalên me yên 24 saetan li nexweşxaneyên nobet digirtin û ji aliyê hekîmên nobedar ve hatin tacîzkirin hebûn. Dozên hatin vekirin û yên jê berakirin hebûn. Bi polîtîkayên veguhestina tenduristyê tundiya di qada tenduristiyê de her roj tê serê me. Em jinên kedkar bi tundiyê re tên rû hev. Li jinên ku li hember xwe qesl dibînin tundiyê pêk tînin. Em li cihên dixebitin vê pir dijîn.”
 
Tayîn xwestin
 
Fadîmeyê da zanîn ku bi taybet li bajarên mezin ji ber şertên aborî gelek hevalên me ji bo bajarên din tayînan dixwazin û got: “Mînak hevalek me tu eleqe pê tunebû tayîn xwest Orduyê. Ji ber yekane cihê biçe ew der bû. Dixwest ji Stenbolê xilas bibe. Êdî bi van mûçeyan jiyan û starbûn ne pêkane. Li kargeriyan zextên cidî hene. Ev zext mobîngin, ceza û pêkanînên din yên ji aliyê îdareyan ve tên dayînê ne. Li nobeta 24 saetî didin zorê.”
 
Daxwaza wan wekheviya zayenda civakiye
 
Fadîmeyê got daxwaza wan sererastkirina şert û mercên xebatan û pêkhatina wekheviya zayenda civakiye û wiha dirêjî daye: “Hejmara xebatkaran kêm e. Me beriya hilbijartinê hejmarek ji bo girtina karkeran da wezaretê. Lê em dinêrin hejmar kêmin û valahiyan nagire. Em dixwazin şertên xebatê bên rastkirin. Em dixwazin pêkanînên wekheviya zayenda civakî li van qadên em dixebitin bên rûniştin. Em xebatkarên jin di bin vî barê kar de difetisin. Em li malê jî hemû bar digirin ser xwe. Em nikarin ji hezkiriyên xwe re demê veqetînin.”
 
Mekanîzma gumanbaran diparêzin
 
Fadîmeyê di berdewamiyê de balkişand ser jinên kedkarên tenduristiyê yên tacîz û destdirêjî lê tên kirin û got: “Mekanîzma gumanbaran diparêzn. Pergaleke ku mêran diparêze heye. Min di bûyerên ku du hevalên min jiyane ev dît. Dema îfadeya mêran tên girtin polîs dibin alîkar, piştgiriyê didinê. Hevalek me ya jiyana xwe ji dest da hebû. Hevjînê wê ji katê sêyemîn de avêt. Niha gumanbar girtiye. Gumanbar di îfadeya ewil de gotibû min avêtiye, piştre polîsan îfadeya wî guhert got ‘wê xwe avêtiye’.  Em dizanin hemû kuştinên jinan polîtk in.Heta ku rêveberên vî welatî  gumanbaran nedin darizandin  wê jin her tim sûcdar bên dîtin. Em pergaleke ku jinan diparêzin dixwazin.”
 
Ji piştevaniya jinê hêzê digirin
 
Fadîmeyê balkişand ser rola çapemeniyê û got: “Di çapemeniyê de agahiyên jinan tên parvekirin lê yên gumanbaran tên veşartin. Kesên divê teşhîr bikin, mêran yanî sûcdarên esas vedişêrin. Divê zimanê nûçeyan biguhere. Di encamê de jin nabin sedema vê. Piştevaniya jinê gelek xurt e. Ev şansê me yê herî mezine. Ji ber vê em têkoşîna yekbûyî ya jinan diparêzin. Em bi têkoşînê dikarin vê atmosfera xerab ji holê rakin. Em kargeriyên ji tundiyê hatine paqijkirin dixwazin. Em dixawzin 8’ê Adarê wek betlana fermî bê îlankirin. Em kreşên aktîf dixawzin. Divê forma li gorî bedena jinên bê dîzaynkirin. Qelsiya ekîpmanan tên jiyîn. Divê ev bên çareserkirin. Mînak bi şev saet di 23’yan de mesayî biqede divê serwîsên bi ewle yên me bibin malên me hebin. Em dixwazin kolanên me bi ewle bin.”
 
Ber bi 8’ê Adarê gelek xebat
 
Fadîmeyê di dawiya axaftinê de anî ziman ku divê daxwazên jinan bên guhdarkirin û got: “Di 2013’yan de qanûnek hat derxistin û hat gotin ku xebata bi şevê li jinên ducanî ferz nekin. Lê mixabin di vê baskê kar de jin neçar dimînin 24 saetan nobetê bigirin. Gelek hevalên jin ji ber vê bebekên xwe winda dikin. Dema raporan digirin jî wek mobîng li wan vedigere. Me demên 8’ê Adarê de civîn pêk anîn. Me pisgirêkên ku hevalên me dijîn nîqaş kirin. Em van civînan tenê ne bi endamên xwe re bi hemû xebatan re dikin. Em jî bi banga xwe tevli banga Platforma Jinan a 8’ê Adarê dibin.”