'Bêdengî pêşiyê li kiryaran vedike'

  • 09:04 31 Gulan 2025
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê têkildarî qetilkirin, kuştin û tecawizkirina jinan dan zanîn divê hemû jin li dijî van kiryarana rêxistinbûyina xwe xurt bikin ji ber bêdengî pêşiyê li kiryaran vedike û wiha got:"Jin ne tenê li herêmên dagirkirî tên kuştin, tecawizkirin û revandin lê belê li tevahî herêm û deverên ku niha di bin serweriya Colanî de ne, divê pêşî li van kiryaran bên girtin û ev cînayet bên rewastandin.Heya ku hesab neyê pirsîn wê her ev cînayet dewam bikin."
 
Piştî ku Colanî cihê xwe di serweriya hikumeta Şamê de girt û heya roja îro rojane kiryar û qetilkirina jinan ji aliyê wan ve weke bûyerek normal her tê berdewamkirin. Çi li peravên Sahilê dibe çi li herêmên dagirkirî û çi li bajarê Helebê. Di 26'ê Gulanê de li taxa Hemdaniyê ya bajarê Helebê ku di bin serweriya HTŞ'ê de ye jinek astengdar hat tecawizkirin û piştre hat qetil kirin her wiha bê cil û berg li kolanê hat avêtin û tu kes xwedî lê derneket. Ev kiryarên hov çavkaniya xwe ji nebûna ewlehî û paşguhkirina jinan digrin.
 
Endama Rêxistina Sara Zeyneb Elîko û Ji Rêveberiya Mala Jin a bajarê Helebê Mewlîde Sîdo bertekên xwe têkildarî van kiryaran anîn ziman û wiha gotin:"Em her hewl didin ku ev zihniyeta ku HTŞ pê tev digerin bi dawî bikin. Lê belê ji hemû jinan jî tê xwestin ku jin xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Xwebirêxistinkirin riya xweparastinê ye."
 
'14 sal in li Sûriyeyê jin tên kuştin'
 
Ji Rêveberiya Mala Jinê ya bajarê Helebê Mewlîde Sîdo dewamkirina kiryarên li ser jinan şermezar kirin û wiha pê de çû:"Ev 14 sal in li Sûriyeyê aloziyek hatiye destpêkirin û heya roja îro berdewam dike. Di nava 14 sal aloziyê de her carê yên ku herî zêde para xwe ji kiryaran digirtin jin bûn. Îro li Sûriyeyê jinên dibin hedef, tên qetilkirin, tecawizkirin û kuştin. Bertekên me li hember van kiryaran bi tundî tên kirin lê divê  kiryar bê bidawîkirin û pêşî li wan bê girtin."
 
'Dewlet jinan tune dikin'
 
Mewlîde Sîdo qala bûyera qetilirina jinekê û teşhîrkirina bedena wê ya li kolanê kir û  wiha pê de çû:"Li bajarê Helebê jî her carê jin tên kuştin. Bi kiryarên derveyî rêzên mirovî rû bi rû tên hiştin. Bi taybet li taxa Hemdaniyê jinek hat tecawizkirin û piştre hat kuştin. Her wiha bê cil û berg hat avêtin kolanê. Heya roja din tu kes xwedî lê derneket. Ev jina ku hat kuştin jixwe astengdar bû. Li şûna ku dewlet bi rewşên bi vî awayî re bibin alîkar hîn bêhtir wan ber bi tunebûnê ve dibin."
 
'Divê jin xwe bi rêxistin bikin'
 
Mewlîde Sîdo da zanîn ku ew her hewl didin ku zihniyeta HTŞ pê tev digere bi dawî bikin û wiha got:"Ti ol û bawerî di nava xwe de van kiryaran napejirînin û ne jî dihewînin. Em her hewl didin ku ev zihniyeta ku HTŞ pê tev digerin bi dawî bikin. Lê belê ji hemû jinan jî tê xwestin ku jin xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Xwebirêxistinkirin riya xweparastinê ye."
 
'Divê dewlet bi erka xwe rabe'
 
Di nava axaftina xwe de Mewlîde Sîdo pirsî û got çima kes xwedî li wê jinê derneketin û wiha dom kir:"Îro HTŞ bi navê îslamê bang dike û lixwekirina cil û bergên dirêj û veşartina bedena jinan ji xwe re kirine zagonek. Îro em dibînin ew jina ku hatiye kuştin bê cil û berg li kolanan hat avêtin û tu kes xwedî lê derneket. Ma ka îslama wan ? Yên ku ev cînayet pêk anîn çima hesab ji wan nehat pirsîn ? Divê hesab ji wan bê pirsîn. Divê dewlet jî li hember van kiryaran bi erka xwe rabin."
 
'Pêşî li van qetilkirinan bigrin'
 
Di dawiya axaftinax xwe de Mewlîde Sîdo banga xwe ji bo tevahî dewlet û rêxistinan kir ku pêşî li van kiryaran bigrin û  wiha got:"Banga me ji bo tevahî rêxistin û dewletan heye û di serî  de hikumeta Şamê ku bi erka xwe rabin û pêşî li van qetilkirinan bigrin."
 
'Zagon li gor dewletê tê meşandin'
 
Her wiha Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Zeyneb Elîko jî axaftina xwe ji ajansa me re kir, nerazîbûna xwe li dijî kiryaran anî ziman û wiha got:"Îro di nava Sûriyeyê de bi taybet li herêmên dagikirî û hemû deverên ku di bin destê HTŞ'ê de ne êdî tevliheviyek derdikeve holê. Her wiha binpêkirina mafê gel û jinan di serî de tê berdewamkirin. Heya roja îro tu guhertin jî nehatine kirin. Her wiha heya niha di nava Sûriyeyê de mafê tu kesî nehatiye bidestxistin. Zagon li gor dewletê tê meşandin."
 
'Jin tên revandin û berdêla wê dirav tên xwestin'
 
Zeyneb Elîko diyar kir ku HTŞ her dixwaze jinê tune bike û wiha dom kir:"Îro Hikumeta Şamê li hemberî jinê her carê siyaseta tunekirinê dide meşandin. Mînaka herî berbiçav jî peravên Sûriyeyê ne. Îro li wir jin her cureyên tundî, îşkence û tunekirinê dibînin. Jin tên revandin û berdêlên wê dirav tên xwestin. Îro ev kiryar ne tenê li peravên Sûriyeyê lê belê li herêmên dagirkirî jî her tên berdewakirin."
 
'Bêdengî pêşî li kiryaran vedike'
 
Di dirêjahiya axaftina xwe de Zeyneb Elîko behsa jina ku li Helebê hatiye kuştin kir û wiha got:"Di 27'ê Gulanê de li Helebê jinek bi hovîtî hat kuştin lê belê ti kes xwedî li wê derneketin. Mafê wê jinê ji her alî ve jê hat sitendin û di serî de mafê jiyanê jê hat sitendin. Her ku em li dijî kuştina jinan bêdeng bimînin ewqas wê pêşî li van kiryaran vebe. Bêdengî pêşîvekirina li kiryaran e." 
 
'Bê jin civak hildiweşe'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeyneb Elîko da zanîn ku jin ne tenê nîvê civakê ye û wiha got:"Îro ne mumkin e, em jinê tenê nîvê civakê bidin pênasekirin lê belê divê em bêjin jin civak bi gîştî ye. Îro jî hikumeta HTŞ'ê her hewl dide jinê tune bike. Bi vî awayî civak tev de ber bi hilweşînê ve diçe. Wê bi vî awayî Sûriyeke demokratîk neyê avakirin."