'Divê jin li dijî tundiyê rêxistinbûnê xurt bikin'

  • 09:06 20 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê diyar kirin ku tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û gotin divê li dijî vê yekê jin rêxistinbûyina xwe xurt bikin.
 
Jinên li Helebê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê diyar kirin ku divê ew li dijî tundiyê xwe biparêzin û gotin bi felsefeya Jin jiyan azadî ew ê têkoşîna li dijî tundiyê xurt bikin. 
 
Her roj tundî li jinan tê kirin
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya bajarê Helebê Leman Şêxo da zanîn tundiya li ser jinan her tim dewam dike û wiha got:"Heya roja me ya îro li her qada jiyanê  jin her roj tundî li wan tê kirin. Divê em tenê di 25'ê Mijdarê de tundiyê nedin nirxandin. Her roj jin bi tundiyê re rû bi rû ne bi taybet bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê tundî li ser jinê zêdetir bû."
 
Divê em xwe xwe biparêzin 
 
Di dawiya axaftina xwe de Leman Şêxo ev tişt got:"Divê jin xwe bi rêxistin bikin di her qadê de cihê xwe bigrin da ku bikaribin xwe ji tundiya ku li ser wan tê ferzkirin biparêzin. Divê em dengê xwe bilind bikin û çavên xwe negrin ji ber ku dema em bêdeng bin wê tundî bibe rûtînek û li ser me her bê dewamkirin lê ya girîng divê em xwe biparêzin û dengê xwe ber bi azadiyê ve bilind bikin."
 
Bi jin jiyan azadî têkoşîna li dijî tundiyê
 
Di heman demê demê Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Pakrewan Şîlan Kobanê Selem Mihemed wiha got:"Di bin felsefeya Jin jiyan Azadî de îro em têkoşîna xwe li dijî tundiyê didin berdewamkirin. Li hemberî 5 hezar sal a dîroka koletiya jinê divê em bibin yek. Di roja me ya îro de dema jin zane bin û pêş bikevin wê bi tundiyê rû bi rû bimînin lê divê jin li hemberî vê yekê dev ji têkoşîna xwe bernedin."
 
'Divê jin xwe bi rêxistin bikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Selem Mihemed got:"Ji ber di her milê siyasî, leşkerî, aborî û civakî de jin bi tundiyê rû bi rû dimînin, loma divê jin di roja me ya îro de xwe di her qadê de bi rêxistin bikin û bide îsbatkirin. Her wiha xwe di zanînê de kûr bike û bi wê rêkê dawî li tundiyê bîne."