Li Êlîhê berxwedan didome: Em qadan terk nakin

  • 13:37 13 Mijdar 2024
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlikhê berxwedana li dijî qeyûm dewam dike, Hevseroka Rêxistina DEM Partî ya Êlihê Songul Korkmaz diyar kir ku ew heta encamê bi dest bixin dê têkoşîna xwe bidomînin û qadan terk nakin. 
 
Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî xespkirina îradeyê hatiye destpêkirin di roja 10’an de bi meşê didome. Welatiyên li Parka Yilmaz Guney hatin gel hev, ber bi Xaçerêya Basinê ve meş li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî di meşê de cih girt. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana kurdan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Zext nikarin me têk bibin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di çalakiyê de got ku berxwedana wan a li dijî qeyûm dê bidome. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin jî wiha got: “Edîp Solmaz ji hêla vî gelî ve hatibû hilbijartin. Hate qetilkirin. Niha jî bi destê qeyûman êrişî îradeya gel dikin. Heman sepanên wê demê îro ji hêla îktîdarê ve dîsa ketine meriyetê. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din jî polîtîkayên qeyûman dixin meriyetê. Dê berxwedana gel destûrê nede vê polîtîkayê.” 
 
‘Dê têk biçin’ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Me li dijî xespkirina îradeyê dest bi berxwedanê kir. Bila tu kes nekeve nava hewldana krîmînalîzekirina vê berxwedanê. Yên di berxwedanê de cih nagirin, qet nebe bila rêzê jê re bigirin. Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan, nêzikatiya wan a li dijî Êlihê ye. Komkujî, sirgun, xespkirina îradeyê, ev tevek li vir hatin jiyîn. Baş li berxwedana Êlihê binêrin. Vî gelî tu caran paşvegav neavêt û dê neavêje jî.” 
 
Bi domdarî Keskîn Bayindir got; “Çi dikin bila bikin dê nekarin vî gelê azadî ji xwe re kiriye rêgezek têk bibin” û wiha pê de çû: “Rêya îktîdarê ne tu rê ye. Her cara ku qeyûm tayîn kirin, gelê me dîsa ji dagirkeran standin. Ji bilî dijminatiya li kurdan tu polîtîkayên îktîdarê nînin. Divê dev ji vê polîtîkayê berdin. Kî dijminatiyê li kurdan bike dê mezin winda bike. Meseleya kurd, ji îktîdara AKP-MHP’ê mezintir e.” 
 
‘Muxatab Ocalan e’
 
Keskîn Bayindir, polîtîkayên îktîdara AKP-MHP’ê weke “polîtîkayên du rû” pênase kir û axaftina xwe wiha qedand: “Yên li aliyekî qala aştiyê dikin, li aliyê din muxatabê aştiyê tecrîd dikin. Hûn, muxatabê aştî, azadî û xwişk-biratiyê di tecrîdê de digirin. Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe, muxatabê vê birêz Ocalan e. Ji bilî vê her tişt têkoşîn û berxwedan e. Serokkomar digot; ‘Rêya siyaseta demokratîk vekirî ye.’ Lê binêrin, dora şaredariyên me hatiye girtin. Li Kurdistanê pêşiya siyaseta demokratîk li gelê kurd, li siyasetmedarên kurd hatiye girtin. Ji me re dibêjin serê xwe ranekin û li ber xwe nedin. Ji gelê kurd ê li dijî zilmê serî radike re dibêjin hûn çima li ber xwe didin. Gelê kurd dê li dijî van zext û zilmê li kolanan, li taxan li ber xwe bide. Hûn tenê yek kurdê li ber we serî ditewîne nebînin. Em dixwazin ku gelê me tev li mitînga mezin a 17’ê mijdarê bibe û di berxwedanê de cihê xwe bigire. Ev mitîng, ji bo azadiya birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Ev mitîng ji bo wê ye ku pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin.”
 
Berxwedanê bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" dewam kir.