Bi laçikên xwe yên spî di eniya pêş a berxwedanê de cih digirin

  • 09:05 11 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ÊLIH -  Dayikên laçik spî yên ku bi rojan in li Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman berxwedanek mezin didin, destnîşan kirin ku heta ew şaredariya xwe paşve negirin dev ji kolanan bernadin. Dayikan got ku daxwaza wan aştiyek mayîn de ye.  
 
Di 4’ê Mijdarê de piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Êlihê hat kirin şûnde, li navenda bajêr nû hemû taxên wê berxwedanek mezin tê meşandin. Nava rojê berxwedana ku tê meşandin, êvaran jî li kolanan didome. Ligel hemû êrîşên polîsan jî girse bi dirûşme, sekn û berxwedana xwe dibe bersiv. Kesên ku di eniya vê berxwedanê de cihê xwe dikirin yek jî dayikên laçik spî ne. 
 
Dayikên laçik spî ku bi rojan in di nava berxwedanê de ne, destnîşan kirin ku heta ew şaredariya xwe paşve negirin dev ji kolanan bernadin. 
 
‘Bêdeng nemînin’
 
Menîce Goktay, anî ziman ku ew jî wek dayîkên laçik spî li ber xwe didin û wiha got: “Heta damleyek xwîna me jî hebe em ê li ber şaredariya xwe bin. Heta em şaredariya xwe paşve negirin em ji vir naçin. Bi tayînkirina qeyûman ve neheqî û zilmê li gelê Êlihê tê kirin. Me bi vîna xwe şaredariyê bi dest xist, ne bi zilm û zoriyê. Kesên ku îro qeyûm tayînê şaredariya me kirine dê rojekê zilma wan jî bişikê. Gelê Êlihê hemû rabin li ser piyan. Vîna we tê desteserkirin, bê deng nemînin. Em bi hevre piştgiriyê bidin hevdû û şaredariya xwe carekedin ji wan bigirin.” 
 
‘Em ê li ser piyan bin’
 
Seyran Geyîk jî tayînkirina qeyûmê şermezar kir û got ku ew ji bo şaredariya tevlî vê berxwedanê bûye. Seyran Geyîk, wiha domand: “Me vê şaredariyê bi vîn û hêza xwe girtiye. Qeyûm tayînkirine û em vê yekê qebûl nakin. Heta ku ji me bê em ê li ser piyan bin. Divê em şaredariya xwe carekedin paşve bigirin.  Em bang li gelê Êlihê dikin ku rabin li ser piyan. Wîcdan û xîret heye. Em dixwazin gelê me rabe li ser piyan û çalakiyên xwe bikin. Em xwedî şaredariya xwe derbikevin.”  
 
‘Qeyûm dizî ye’
 
Nûrhan Kaya jî tayînkirina qeyûman wek “dizî” pênase kir û wiha pêl da axaftina xwe: “Qeyûm dizî ye. Ew diziya xwe dikin. Ji ber vê yekê qeyûm tayînê şaredariya me kirine. Heta ku em şaredariyê bi dest bixin em ê li berxwe bidin. Li hember vê neheqiyê em ê bi berxwedanê û sekna xwe bersivê bidin. Qeyûm bê edaletî ye. Berxwedana me dê bidome. Divê hemû Gelê Kurd bê piştevaniya gelê Êlihê bike û xwedî vîna xwe derbikevin. Em xwedî şaredarî û vîna xwe derbikevin. Em ê nedin qeyûman. Sekna me ya li vir jî dê bidome.”
 
‘Wê demê bila hilbijartinê nekin’
 
Mufîde Akkaya jî diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman ve vîna Gelê Kurd nas nakin û ev tiştan li ser zêde kir: “Neheqiyê li me kirin û ji ber vê yekê em hatin li vê derê. Ger ku tim qeyûman tayînê şaredariyê dikin bila hilbijartinê pêk neynin. Îro bi zorê şaredariya me desteser kirin. Bila hilbijartinê nekin wê demê. Hîn xwîna me têr nexwarine. Dixwazin xwîna me kurdan têr bixwin. Ji hestî, gor û ji me ditirsin. Îro zilmê li Gelê Kurd dikin. Lê Gelê Kurd jî vê zilmê qebûl nake û îro li kolanan li berxwe didin. Heta damleyek xwîna me hebe em ê bimeşin û çalakiyên xwe pêk bînin.”
 
‘Em tu carî dev ji vîna xwe bernadin’
 
Leyla Oner jî da xuyakirin ku ew ê li berxwe bidin heta ku şaredariya xwe bi dest bixin û ev tiştan anî ziman: “Em tu carî dev ji vîna xwe bernadin. Em li pey gelê xwe ne. Îro roj roja namûs û xîretê ye. Namûs nasname, erd û hertiştê me ye. Bi qeyînkirina qeyûman zilmê li Gelê Kurd dikin û dixwazin vîna kurdan tune bikin. Lê em ê rê nedin vê yekê. Kurdan û zimanê me naxwazin. Divê hemû gelê Kurdistanê û gelê Êlihê rabe li ser piyan. Bila jin, zarok û mêr di malen xwe de nemînin.”
 
‘Me dixwest aştiyekê bê vê dinyayê’
 
Maşallah Kaya jî bi lêv kir ku ew wek dayîkên aştiyê ji bo xwedî vîna xwe derbikevin di çalakiyê de cihên xwe girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me dixwest aştiyekê bê vê dinyayê. Destên xwe dirêjî me kirin, me got belkî aştiyekê bê avakirin. Lê belê me nizanibû dê şer bikeve dinyayê. Ev vîna vê gelê ye. Dest danîna ser vîna vê gelê Heta ku em vê şaredariyê bi dest nexînin gelê me qadan xwe nadin aliyekî. Bila hemû kes xwedî vîna xwe derbikeve. Me dengê xwe da ye xwe. Em vîna xwe dixwazin. Em şaredariya xwe dixwazin. Em dixwazin kesek bê destên xwe bide ser şaredariya me. Çixwasî kurd hene bila xwedî şaredariya xwe derbikevin. Ma qey kurd hindikin? Bi hezaran kurd hene. Dest danîne ser 5 şaredariyên me. Bi awayek bê hiqûqî dest datînin ser.”