‘Tu rewabûna qeyûman tune ye’
- 09:04 11 Mijdar 2024
- Rojane
Derya Ren
RIHA- Jinên li Xelfetiyê li dijî qeyûman li ber xwe didin diyar kirin ku ew qeyûman qebûl nakin û gotin li cem gel tu rewabûna polîtîkayên qeyûm tune ye.
Di 4’ê mijdarê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariya Êlihê, şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bûn qeyûm hatin tayînkirin. Piştî qeyûman gel dest bi berxwedanê kir û peyama wê xwedî li îradeya xwe derkeve da.
Jin der barê qeyûman de ji ajansa me re axivîn.
‘Ji têkoşîna jinan ditirsin’
Parlamentera Dersîmê ya DEM Partiyê Ayten Kordu got ew ne biyaniyên qeyûman e û wiha got: “Sê car e qeyûm tên tayînkirin. Îradeya gel tê xespkirin. Lê dizanin ku rewabûna wan tune ye.Ev pergal ji têkoşîna jinan ditirse. Ji ser jinan êrîş dikin. Ev pergal nasnameya dijminahiya jinan û yekparêziyê di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê ji têkoşîna jinan ditirsin. Di demên dawî de ji berxwedanên mezin re jin pêşengiyê dikin. Qeyûmên tên tayînkirin destkeftiyên jinan hedef digirin. Siyaseta qeyûm li dijî jinan pêk hatiye."
Felsefeya jin jiyan azadî
Ayten Kordu bi lêv kir piştî qeyûman yên herî zêde daketine kolanan jin bûne û wiha dawî lê anî: “Ji ber şaredarî zêdetir der barê qadê jiyana jinan de xizmetê didin. Qeyûman ewil midûriyetên jinan girtin. Polîtîkayên dijminahiya jinan dikin. Ji ber vê jî em di xeta têkoşîna civakî de ne. Em li dijî vê feraseta êrîşê bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ têdikoşin.”
‘Destên xwe yên qirêj bikşînin’
Îslîm Yalçinkaya ya di çalakiya nobetê de wiha got: “Heta dawiya jiyana xwe ez ê têbikoşim. Zilmê dikin. Em ê li berxwe bidin. Kurê min di bin çavan de îşkence lê kirin. Bila şaredairyên me bidin me. Bila destên qirêj bikişînin. Êdî bes e.”
Hanim Yalçinkaya jî anî ziman ku di dema hilbijartinan de pir xebitîne û wiha got: “Em qeyûman qebûl nakin. Em hevşaredarên xwe dixwazin. Me Xelfetî bi dengekî mezin girt. Em hemû bi hev re ligel hev dijîn. Çima qeyûman tayîn dikin?”