‘Li şûna zêdekirina zarokan bila zarok bên parastin’
- 09:03 11 Mijdar 2024
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL- Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku qetilkirinên jin û zarokan yên tên jiyîn ne tesadufin û ev ji ber polîtîkayên desthilatdariyê pêk tên. Jinan gotin divê desthilatdarî li şûna teşwîqkirina ku zarokan çêbikin, bila zarokan biparêzin.
Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de tundî qetilkirina jinan roj bi roj zêde dibe. Di 22 salan de jin û zarok bi mirin, qeitlkirin û tundiyê re hatin rû hev. Li Amedê zaroka 8 salî Narîn Guran hat windakirin û 19 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin. Her wiha Şîrîn Elmas Hanîlçî ya 6 salî jî piştî windabû du roj şûnde cneazeyê wê li goristana Ferîkoy a Stenbolê hat dîtin. Li Stenbolê gumanbar Semîh Çelîk du jin bi rêbazên DAIŞ warî qetil kirin.
Nûnera Federasyona Femînîstên Ciwan Guneş Fadîme Akşahîn û nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Şîrîn Yalincakoglu der barê qetilkirinên tên kirin de axivîn.
Peywira hikûmetê parastina zarokan e
Guneş Fadîme Akşahîn da zanîn ku qetilkirinên jin û zarokan yên tên kirin ne tesaduf in û got desthilatdarî teşwîqa anîna zarokan dike lê zarokan naparêze û wiha got: “Peywira hikûmetê ev e ku zarokan kêfxweş bike. Lê vê nake. Zarok ne tenê di bin berpirsyariya malbatê de ne. Em dibînin zarok di bin berpirsyariya malbatan de tên terk kirin û xwedî li wan nayê derketin. Wezareta malbat û civakî divê bişopîne ku jiyana malê ya zarokan çawa ye. Di mijara tevlibûna jiyana perwerdê de, astengiyên ku malbat derdixin de, wezareta perwerdehiyê berpirs e. Lê em dibînin ku ev nayên kirin. Pêknehatina van mirinên zarokan derdixe holê. Gumanbarên destdirêjiyê tên beratkirin. Ev jî pêşiya destdirêjiyê vedike. Malbat tundiyê li zarokan dikin, dewlet pêşî li vê nagire.”
Qetilkirina zarokan ji polîtîkayên malbatî serbixwe nîn e
Guneş Fadîme Akşahîn jî da zanîn ku ew neçar dimînin li ser Sûran li ber goristanan daxuyaniyan bidin û got demildest li şûna polîtîkayên ku malbatan esas digirin polîtîkayên ku jin û zarokan ji tundiyê diparêzin bên afirandin. Guneş Fadîme Akşahîn wiha got: “Divê Peymana Lanzarote û qanûna 6284 pêk bê. Qetilkirinên tên kirin encama polîtîkaya ku desthilatdariya siyasî pêk tîne. Civak xwe bi xwe narize, sedema vê neparastina jin û zarokan e. Sedema vê parastina gumanbaran e.”
Şîrîn Yalincakoglu jî bi lêv kir di parastina zarokan de peywira herî mezin dikeve ser milê dewletê û got: “Zarok ne di bin kontrola dewletê di kontrola tarîkatan de hatine hiştin. Xizaniya zarokan pirsgirêka herî mezin a welat e. Ji bo lênerîna zarokan mûçeyê asgarî têr nake. Divê dewlet xwedî li zarokan dekeve. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin.”