Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm didomin: Ev der mala me ye

  • 13:31 8 Mijdar 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Bertekên li hemberî tayînkirina qeyûm didomin. Jina ku dê tevlî meşa li Mêrdînê pêk bê, bibe got: "Şaredarî mala me ye." 
 
Bertek û çalakiyên li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariya Êlih û Xelfetiyê didomin. Mêrdîn 5 roj in li dijî tayînkirina qeyûm berxwedan didome. 
 
Mêrdînê dê sibê saet 14'an de li dijî tayînkirina qeyûm meşek bê lidarxistin. Meş dê li Parka Karayollari ya Mêrdînê dest pê bike. Beriya meşê parlamenter, hevşaredar û xebatkarên DEM Partiyê serdana esnafan kirin û banga tevlîbûnê li gel kirin. 
 
Di xebatan de jinek hat ji  hevşaredaran re got, "Şaredarî mala me ye", Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî wiha bersiv da: "Tu fikara we nebe. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin û mala xwe ji şûn ve bigirin."