Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe polîtîka qeyûm jî wê bidawî nebe...
- 09:02 8 Mijdar 2024
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel da zanîn ku polîtîka qeyûman darbeye û wiha anî ziman: “Sedema rejîma qeyûman, girtin û binçavkirin pirsgirêka kurd e. Ji ber vê jî heta pisgirêka kurd çareser nebe ev pirsgirêk jî çareser nabin. Em aştiyê bixwazin divê em îtîrazê van polîtîkayan bikin.”
Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Êlih, Şaredariya navçeya Xelfetî ya Rihayê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de û ji bo şaredariya Esenyurtê ku DEM Partiyê bi CHP’ê re lihevkirina bajar pêk anî û hat hilbijartin, qeyûm hat tayînkirin.
Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel der barê polîtîkayên qeyûm de nirxandin kir.
‘Di 7 sal û nîvan de li Tirkiyeyê tu tişt neguherî’
Sebahat Tuncel daxuyakirin ku rejîma qeyûm xespe, darbeya li dijî îradeya gel e, li dijî têkoşîna maf û azadiyê ye. Sebahat Tuncel di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku qeyûm êrişeke li hembre demorkasî, azadiyan û rakirina mafê hilbijartinê. Sebahat Tuncel wiha dirêjî dayê: “Dema em girtî bûn di 2016’an de pergala hevserokatiyê kirin hincet û qeyûm tayînkirin. Em ji girtîgehê derketin heman pêkanîn li pêş me ne. Di 7 sal û nîvan de li Tirkiyeyê tu tişt neguheriye.Ez van polîtîkayan carek din şermezar dikim. Me pir carî got ger pêşî li van polîtîkayên qeyûm yên li Kurdistanê pêk tên neyê girtin wê sibê bigihêje bajarên rojava jî. Em di cihekî de divê ji vê hiqûqiyê re bêjin bes e. Ger em rê bidin van pêkanînan wê sibê bê serê wan jî.Di serî de CHP û hemû Tirkiye divê li dijî qeyûm bi awayekî xurt dengê xwe bilind bikin.”
‘Em aştiyê bixwazin divê em îtîraz bikin’
Sebahat Tuncel bi rêgazeke ku hiqûq kirine alav û sûc tê afirandin re hatine rû hev û wiha anî ziman: “Her kes bi vê rêbazê re hatiye rû hev. Li aliyekî hûn di alî çareseriyê de gavekê davêjin li aliyê din jî hûn qeyûman tayîn dikin. Ev rewşeke ku bê qebûlkirinê nîne. Divê hemû hêzên demokrasiyê vê bibînin.Em aştiyê bixwazin divê em îtîrazê qeyûman bikin. Mijara qeyûma ne tenê xespkirina şaredariyane, qeyûm veguherîne rejîma rêvebirinê. Gel hildibijêre lê desthilatdarî memurê xwe tayîn dike. Ev bêrêzdariyek mezin a li hember gel e. Ji ber vê divê hemû gek li dijî vê bên gel hev û îtîraza xwe bikin.”
‘Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pirsgirêk jî çareser nabin’
Sebahat Tuncel di dawiyê de wiha vegot: “Lihevkirina bajar ferza demokrasiyê ye. Yên pêkanînên dij demokratîk, rejîma yek kesî esas digirin dijminê demokrasiyê ne. Dizanin ku serkeftina pergala demokratîk têk çûna wan e. Ji ber vê dixwazin zemîna têkoşîna hepar a gelên Tirkiye û Kurd ji holê rabikin. Hedefa wan eve ku çareseriyeke ku desthilatdariya wan xurt dike bidin qebûlkirin. Tiştên tên kirin bi armanca pêşî girtina siyaseta aştiyê ye. Sedema rejîma qeyûman, girtin û binçavkirin pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê jî heta pisgirêka Kurd çareser nebe ev pirsgirêk jî çareser nabin. Em aştiyê bixwazin divê em îtîrazê van polîtîkayan bikin.”