Aştiyeke çawa dixwazin?
- 09:07 30 Tebax 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên li Başûr, Bakur û Rojava wiha bersiv dan pirsa hûn aştiyeke çawa dixwazin: "Heke em di nav Kurdistaneke azad û cîhaneke azad de bi Rêber Apo re bi azad nejîn dê aştî pêk neyê.”
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nêz dibe û li her deverê cîhanê şer û pevçûn didomin. Ligel Rojhilata Navîn bûye navenda şer û pevçûnan, her çar parçeyên Kurdistanê jî êriş, dagirkirin, talankirin û qirkirin bi dijwarî didome. Ligel rewşek wisa ya cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê her sal li ser wate û girîngiya 1’ê Îlonê nîqaşên berfireh tên kirin.
Gelo jinên kurd aştiyeke çawa dixwazin? Derbarê mijarê de jinên li başûr, bakur û rojava ji ajansa me JINNEWS’ê re axivîn.
Li dijî êrişan berxwedana jinên êzidî
Piştî 74 fermanan jinên êzidî bi yekineyên xwe yên parastinê ji bo jiyaneke wekhev û azad têdikoşin. Nahîde û Nesrîn jî wek bi sedan jinên êzidî li ber xwe didin û wiha bal dikişînin ser girîngiya aştiyê.
Nahîde Xelîl, diyar kir ku mixabin niha li cîhanê aştî nîne û got: “Li her derê şer heye. Bi taybetî jî li hemberî me êrişek heye. Êrişê ragihandinê dikin. Di roja aştiya cîhanê de em dixwazin ev êriş bên rawestandin. Niha xebatên partiya me PADÊ rawestandin û partiya me girtin. Ji bo me û ji bo civaka me cihê PADÊ cuda bû û ji bo me her tişt bû. Jinên ku di nav PADÊ de cih digirtin rêvebertiya civaka xwe dikir. Ne tenê xebatên PADÊ, xebatên jinan ên di nav PADÊ de heyî jî hatin sekinandin. Lê belê divê bê zanîn em wek jinên êzidî em ranawestin. Jin ji rêbertiyê gelek tişt hîn bûnê û dê xwe bi rêvebibin.”
‘Fikrê serokatiyê fikreke aştiyê ye’
Ji bo Nesrîn Dexîl jî Roja Aştiya Cîhanê rojek bi wate û girîng e û dibêje ku li seranserê cîhanê aştiyek jî nîne. Nesrîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li her derê şer û êriş hene. Ji ber vê sedemê me roja aştiyê ji bîr kiriye. Li cîhanê wateya roja aştiyê nemaye. Em ji xwe mînak bidin. Em wek civaka êzidî her tim alîgirê aştiyê ne. Ne tenê ji bo civaka êzidî ji bo hemû civakan em aştiyê dixwazin. Fikrê serokatiyê fikreke aştiyê ye. Em bi vê fikrê xwe diparêzin, xwe perwerde dikin û aştiyê dixwazin. PADÊ, ji bo me û êzidiyan serkeftinek bû, ji ber ku partiyeke êzidiyan bû, partiyeke aştixwez bû. Ev partî ne tenê ji bo êzidiyan ji bo hemû gelan aştixwez bû. Ez carekdin bang li civaka êzidî dikim ku xwedî li PADÊ derkevin, xwedî serkeftina êzdiyan derkevin. Dibêjin roja aştiyê lê belê me rojeke aştiyê nedît. Ez hatime vê emrê jî her şer û êriş hebûn. Her wiha ne tenê li Şengalê li tevahiya cîhanê heman rewş heye. Em ê bi felsefeya Rêber Apo her roja xwe bikin roja aştiyê. Fikre wî ya aştî û azadiyê ye, dê bi fikrên wî rojên aştiyê bên.
Li Mexmûrê daxwaza aştiyê
Yek jî cihê herî girîng ya ku ji jiyane ji tunebûnê avakirine Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ye. Ji bo Helena û Duyguyê aştî tenê li ser gotinan dimîne û nayê pratîzekirin.
Helena Babat, desnîşan kir ku li her deverê cîhanê ne tenê şerê fîzîkî şereke fikrî jî heye û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Di nav civak, jiyana rojane, malbat û saziyên civakî de girtina hemû maf û parastina mafê ye, aştî. Di hêla ziman, çand û hunerê de, cihên ku bikaribin azadiyê biparêzin, bêpar û bêmaf dimînin jî Gelê Kurd e. Dewletên desthilatdar ên heyî ji bo Gelê Kurd tu carî peyva aştiyê bikar neanîne. Peyva aştî û hevgirtinê tîne ziman lê di hêla pratîkê de ji bo Gelê Kurd wek maf nehatiye dîtin. Em niha berê xwe bidin bakurê Kurdistanê, bi taybet herî zêde li vir peyva demokrasî û aştiyê tê bikaranîn. Gelê ereb û gelek gelên din li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dijîn. Ji tabeleyan bigirin heta mafê wan ên di nav civakê de hatiyê dayîn. Lê dema kurdek li vê derê kurdî biaxife, straneke kurdî bêje tên girtin û wek mafek nayê destgirtin. Aştî ji bo hemû civakan mafeke rewa ye. Lê desthilatdar tenê vê peyvê ji xwe re mafdar dibîne. Raste tînin ziman lê belê li her deverê cîhanê jin, zarok û ajan tên kuştin. Li her deverê cîhanê ne tenê şerê fîzîkî şereke fikrî jî heye. Bi şeweyeke baş em nikarin êdî peyva aştiyê bînin ziman, ji ber ku li her deverê cîhanê şereke giran li hember jin, zarok û ajalan heye.”
‘Bi rêber Apo re azadî û aştî’
Duygu Benek jî wek jinên din wiha bal kişand ser aştiyê: “Bi rastî li tevahiya cîhanê dema em lê dinêrin aştiyek nîne. Li cîhanê qetilkirina jin, ciwan, zarokan heye. Xweza tê tunekirin û daristan tên şewitandin. Ajal û hemû zindî ji holê tên rakirin. Dewletên desthilatdar dibêjin aştî lê belê ev bi xwe aştiyê xiradikin. Ev dagirkeriya ku niha tên kirin xirakirina aştiyê ye. Ji bo kurdan tu carî aştî pêk nehat, her zilm, kuştin, êriş û dagirkerî hebû. Lê Gelê Kurd ligel her cure êrişan jî li ber xwe dane û didin jî. Heke dagirkirin, şewitandina daristanan û êriş rawestin dê aştî pêk bê. Heke em di nav Kurdistaneke azad û cîhaneke azad de bi Rêber Apo re bi azad nejîn dê aştî pêk neyê. Em her berxwedana xwe bidomînin.”
Li Rojava pêkanîna aştiyê!
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedana xwe û avakirina pergala xweser ji tevahiya jinên cîhanê re bûn mînak. Ji bo Avîsta û Gulistanê jî aştî dê bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bê.
Avîsta Mihemed derbarê wateya aştiyê de wiha ji ajansa me re axivî: "Ji bo me kurdan 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî tenê li ber guhê me re derbas dibe lê belê em para xwe jê nagirin. Gelê kurd bi taybet li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn her rastî şer hatin ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê xwedî dewlemendiyeke sererd û binerd e. Lewma hemû dagirker dixwazin sudê ji dewlemendiya Kurdistanê bigrin. Çiqas şer û pevçûn qewimîn lê tu dewlet ji bo pêkanîna aştiyek cîhanî tiştek nekir. Ji bo aştî li tevahiya cîhanê belav bibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket nav hewldanan û her banga aştiyê dike. Lê ji ber bangewaziyê dîl hatiye girtin. Ma aştî li ku ma? Banga me ji bo tevahî dewlet û rêxistina heye ku xwedî li vê rojê derkevin, dawî li şer bînin û xwedî li rêberê azadî û aştiya cîhanî Abdullah Ocalan derkevin ji ber ku azadiya rêbertî azadiya hemû kesa ne."
'Tu kes xwedî li vê rojê dernakevin'
Gulistan Mihemed jî wekî jinên din wiha firk û ramanên xwe anî ziman: "Dema ku rêxistinên navneteweyî roja 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî bi nav kir û îlan kirin ma çima heya roja me ya îro şer berdewam dibe. Tu kes xwedî li vê rojê dernakevin? Çima mafê vê rojê nadin? Divê Gelê Kurd jî ji vê rojê para xwe bigire. Her wiha divê yekem kes para xwe ji vê rojê bigre jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, lê belê ka rêxistinên mirovî?"
Li Bakur hewldana yekitiyê ya ji bo aştiyê
Ligel her cure zext, qetilkirin, binçavkirin û girtinan jî li bakurê Kurdistanê tu carî hêviya pêkanîna aştiyê kêm nebû. Betul Akkuşçî û Hevler Kiyag
li Wanê dijîn û da zanîn ku ji bo pêkanîna aştiyê yekitî divê.
Betûl jî derbarê pêk anîna aştiyê de jî wiha nêrînên xwe anî ziman. "Ger jîngeheke aştiyane were avakirin, şer û pevçûn çênabin. Ez difikirim ku sedema ku şer bi ser neket ne ji ber nijadperestî û cudakariya nasnameyê ye. Ji ber cudakariya olî aştî pêk nayê û misilman nayên xwestin. Şerê li Îsraîlê jî ji ber vê yekê heye. Ji bo aştî pêk were divê dewlet werin cem hev û peymanan îmze bikin û bi van peymanan dawî li şer bê anîn. Ger şer raweste û aştî pêk were dê gelek pirsgirêk çareser bibin û krîza aborî ya li welatê me berdewam dike jî çareser bibe. Ji ber ku şer heye, em di warê aborî de li paş in. Ger wiha berdewam bike aştî pêk nayê."
'Aştî bi hevgirtinê pêk tê'
Hevler, hêviya xwe ya ji bo pêkanîna aştiyê wiha bi lêv kir: "Aştî hêvî ye. Em çiqas bêriya aştiyê dikin ewqasî jî hêviyên me mezin dibe. Em wek gelê bêriya aştiyê dikin û xeyal dikin. Şer her tim hene û mirov her tim diêşin. Mixabin tiştekî ku pêşiya vê yekê bigire nîne û mixabin em nikarin pêşiya vê yekê bigirin. Aştî bi yekîtî û hevgirtinê pêk tê. Derdora şer bandorek neyînî li ser her kesî dike û bi taybetî jî li ser zarokan travmayeke mezin dihêle."