‘Me di bin banê Jineolojiyê de siyaseta demokratîk nîqaş kir’
- 09:05 2 Tebax 2024
- Rojane
Roza Metîna
DÊRSIM - Jinên li 22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê tevlî panela "Jineolojî siyaseta demokratîk nîqaş dike" bûn diyar kirin ku ji bo heqîqet derkeve holê tevlîbûna xebatên Jineolojiyê girîng in û gotin:” Me jî di bin banê Jineolojiyê de siyaseta demokratîk nîqaş kir. Çimkî heqîqeta siyaseta demokratîk derseke bi hêz a vê erdnîgariyê ye.”
Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) li Dêrsimê piştî starta 22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi dirûşma “Em destûrê nadin xespkirina xweza û îradeya me” da şûnde mîhrîcanê di 25'ê Tîrmehê de dest pê kirê û di 28'ê Tîrmehê de bi bernameyên curbecur û bi dirûşma "Wê Dêrsim ji faşîzmê re bibe goristan" bi dawî bû. Her wiha peyama gerandina bi govendê ya li dijî faşîzmê jî hat dayin.
Di mîhrîcanê de belgefîlm, çalakiyên ji bo zarokan, bernameya xwendina helbestan, meş û dirûşmên jinan, konserên hatin dayin, panel û şanoyên hatin lidarxistin, balkişandina ser mijara tecrîdê û girîngiya pergala hevserokatiyê derketin pêş. Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî mîhrîcanê bûn û dîsa pirsa “Gulistan Doku li ku derê ye” kirin. Her wiha jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê û xespkirina îradeya Gelê Kurd dengê xwe bilind kirin.
Her wiha li 22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya li Dêrsimê hat lidarxistin panela "Jineolojî siyaseta demokratîk nîqaş dike" jî hat lidarxistin. Siyasetmedar Sebahat Tuncel, Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan, Edîtora Jineolojiyê Rojda Yildiz wekî axaftvan tevlî panelê bûn. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan jî moderatortiya panelê kir.
Edîtora Jineolojiyê Rojda Yildiz, Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan têkildarî mijarê nirxandin kirin. Jinan gotin:” Bi salan e li ser Jineoloiyê xebat hatine meşandin. Dêrsim yek ji damarên wê heqîqetê ye. Ji bo bawerî û xwezayê jî heqîqeteke Jineolojiyê heye. Me di panela Jineolojiyê de jî got em dikarin çawa qenalên siyaseta demokratîk vekin. Em li ser kêmasiyên xwe jî sekinînin.”
‘Me pênaseya Jineolojiyê kir’
Hevşaredara Dêrsimê Birsen Orhan diyar kir ku wan bi dirûşma “Em ê destûrê nedin xespa îrade û xwezaya xwe” 22’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê li dar xistin û wiha got:”Me li vir panela derbarê Jineolojiyê jî li dar xist. Saet di 12.00’an de dest pê kirê û moderatortiya panelê jî min kir. Sebahat Tuncel, Rojda Yildiz û Kadriye Dogan wekî axaftvan tevli vê panelê bûn. Bi sernavê ‘Jineolojî siyaseta demokratîk nîqaş dike’ ev panel hat lidarxistin û gelek kes tevli vê panelê bûn. Armanca vê panela me ew bû ku em pênaseya Jinoleojiyê bikin. Her wiha armanca me ew bû ku em li ser mijara ‘siyaset çi ye’ biaxivin. Me siyaseta temsîlî jî nirxand. Me li ser geşedanên vê mijarê nîqaş kirin û me qala ka gelo çawa heta vê rojê hatiye, kir. Me di heman demê de bal kişand ser teşeyên hebûna jinan a di siyaseta demokratîk de. Me pêvajo bi giştî nirxand.”
Bal kişandin ser hebûna jinên Elewî ya di siyaseta demokratîk de
Bîrsenê da zanîn ku wan di heman demê de bal kişandine ser mijara “Baweriya Elewiyan” û wiha pê de çû:” Her wiha me bal kişand ser hebûna jinên Elewî ya di siyaseta demokratîk de. Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan bal kişand ser vê mijarê. Wê qala perspektîfa baweriya Elewîtiyê kir. Wekî we jî dît eleqeyek ji bo vê panelê hebû. Vê mijarê bal kişand. Loma eleqeyek ji bo wê hat nîşandan.”
‘Nîqaşa mijarên wekî Jineolojî û Siyaset a ji aliyê jinan ve girîng e’
Bîrsenê bi lêv kir ku tevlibûna jinan a ji bo panelê girîng bû û wiha pê de çû:”Wekî her cihî jin di qada siyasetê de jî tên dûrxistin. Dema qada siyasetê tenê qada mêr be û tenê mêr li ser vê mijarê biaxive ev yek me xemgîn dike. Loma nîqaşa mijarên wekî Jineolojî û Siyaset a ji aliyê jinan ve girîng e. Em li ser mijara pirsgirêkên ku derdikevin hemberî pergala hevserokatiyê sekinînin. Gelek jin jî tevli vê panelê bûn.”
‘Em ê Gulistan Doku nedin jibîrkirin’
Bîrsenê bal kişand ser Gulistan Doku ya ya di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê bi awayekî bi guman hat windakirin û wiha got:”Wekî her xebatên xwe di vê xebata xwe de jî me bal kişand ser Gulistan Doku. Me got em wê ji bîr nakin û em wê nadin jibîrkirin. Me xwest em vê yekê dîsa bi bîr bixin. Li her derê Dêrsimê kamera hene. Loma nedîtina Gulistan Doku ya heta vê demê ne normal e. Em loma li vê yekê dipirsin û li ser vê mijarê lêpirsînê dikin.”
‘Divê qirkirina 1937-1938’an di hafizaya mirovan de bimîne’
Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan diyar kir ku taybetmendî û girîngiya Mîhrîcana Mûnzûrê ew e ku li ser vê erdnîgariyê qirkirinek di salên 1937-1938’an de pêk hatiye û wiha got:”Divê ev qirkirin her tim di hafizayê de bimîne û em vêya wekî peywirekê bibînin. Li vir di hilbijartinan de rêveberiyên herêmî hatin hilbijartin lê belê qeyûm hat tayinkirin yan jî rêveberiyên dişibin qeyûman hatin avakirin. Di heman demê de jî xwezaya Dêrsimê tê xwestin bi çêkirina bendan û şîrketên kanan hat talankirin. Di demên normal de dema mîhrîcan çêdibe danasîna wî cihî tê kirin. Lê belê ji bo Dêrsimê ev cuda ye. Di mîhrîcanê de bi rotaya hafizaya xwe gel rabirdûyê tîne bîra xwe. Di vê mîhrîcanê de armanc ew e ku hafiza bê tezekirin. Di heman demê de jî li vir parastina xwezayê jî gelekî girîng e.”
‘Em hêvî dikin ku xwezaya Dêrsimê ji talanê bê rizgarkirin’
Kadriyeyê bal kişand ser qirkirina xwezaya Dêrsimê û wiha lê zêde kir:” Divê em nîşan bidin ku li hemberî şîrketên kanê tehemula me tune ye û em destûrê nedin. Divê em li dijî vê yekê têbikoşin. Hêviya Dêrsimiyan ew e ku li ser esasê bingeha rêzgirtina ji îradeyê re nêzîkatiyek hebe. Em hêvî dikin di pêvajoyên pêşiya me de qeyûm ji rojeva me derkeve. Em hêvî dikin ku xwezaya Dêrsimê ji talanê bê rizgarkirin û gelê Dêrsimê di nava azadiyê û aştiyê de bijî. Keda her kesên ku ji bo vê mîhrîcanê li berxwe dane sax be.”
Jineolojî destkeftiya sedsala 21’emîn e
Kadriyeyê da zanîn ku Jineolojî destkeftiyeke girîng e û wiha got:”Di vê mîhrîcanê de li ser çandê jî hat sekinandin. Panel di vê derbarê de hatin lidarxistin. Li ser mijarên girîng hat sekinandin. Me di panelek xwe de qala Jineolojiyê û têkoşîna jinan jî kir. Em li ser cihê jinan ê di nava civak û siyasetê de her wiha li ser girîngiya vêya axivîn. Mijara Jineolojiyê bi vî hawî di rojevê de ma. Yek ji destkeftiyên jinan ên herî girîng ên sedsala 21’emîn têkoşîna azadiya jinan û Jineolojî ye. Ji bo têkoşîna jiyaneke hevpar û ji bo demokrasiya civakê ev destkeftî rê vedikin. Ez jî nirxeke mezin didim vê yekê.”
‘Elewîtiyê tifaqeke xwezayî ya Jineolojiyê ye’
Kadriyeyê bi lêv kir ku Elewîtiyê tifaqeke xwezayî ya Jineolojiyê ye û wiha got:”Ji bo jin di warê Jineolojiyê de bibin xwedî agahî divê têkevin nava hewldaneke taybet. Her wiha ez difikirim ku baweriya Elewîtiyê tifaqeke xwezayî ya Jineolojiyê ye. Me li ser mijara Elewîtî Jineolojî û Jinê atolyeyek jî li dar xistibû. Di vê atolyeyê de me dît ku azadiya jinan di nava baweriya me de cih digire.”
Banga xwedîderketina li Elewîtiyê
Kadriyeyê herî dawî banga xwedîderketina li baweriya Elewîtiyê kir û wiha got:”Baweriya me di nava tengasiyekê de ye di bin asîmîlasyoneke cidî de ye. Divê bi taybet jinên Elewî û hemû Elewî eleqeyê nîşanî vê qadê bidin. Divê bizanibin di binê cewhereke çawa de ne.”
‘Me jî di bin banê Jineolojiyê de siyaseta demokratîk nîqaş kir’
Edîtora Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz diyar kir ku li vir tiştê mirovan bi rojan e derxistine holê eleqeyeke cidî ye û wiha got:”Em jî ji bo panela Jineolojiyê ji Amedê hatin vê derê. Li vir di heman demê de jî hestê xwedîderketinê heye. Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên demeke dirêj e li Dêrsimê tê meşandin û li dijî êrişên li ser baweriyên cuda li vir hem ji aliyê Dêrsimiyan hem jî ji aliyê kesên ji derve hatine xwedîderketineke cidî heye. Ev yek me bextewar dike. Fonksiyona çandî ya mîhrîcanê jî gelekî girîng e. Ji xeynî vêya di heman demê jî li vir pêdiveyek ji nîqaşê jî heye. Me ev yek dît. Li vê erdnîgariyê gelek pirsgirêk hene. Panela ‘Asîmîlasyona Ziman’ jî hebû. Di vê panelê de êrişên li ser ziman û baweriya Dêrsimiyan hat nîqaşkirin. Me jî di bin banê Jineolojiyê de siyaseta demokratîk nîqaş kir. Çimkî heqîqeta siyaseta demokratîk derseke bi hêz a vê erdnîgariyê ye. Loma hatina mirovan a vê derê û nirxandinên wan ji bo me pir bi qîmet in.”
‘Ji bo bawerî û xwezayê jî heqîqeteke Jineolojiyê heye’
Rojdayê bal kişand ser heqîqeta Jineolojiyê û wiha got:”Bi Jineolojiyê bi salan e heqîqet derketiye holê. Bi vê re derbarê jinê û xwezayê de heqîqetek derketiye holê. Bi salan e li ser Jineolojiyê xebat hatine meşandin. Dêrsim yek ji damarên wê heqîqetê ye. Ji bo bawerî û xwezayê jî heqîqeteke Jineolojiyê heye. Me di panela Jineolojiyê de jî got em dikarin çawa qenalên siyaseta demokratîk vekin. Em li ser kêmasiyên xwe jî sekinînin. Ji bo me nîqaşkirina li ser van mijarana girîng e. Em li gelek cihên dinê jî bi panelan, semîneran van nîqaşana bi gel re xurt bikin.”
‘Êrişa li idjî Jineolojiyê, li dijî raman û xweîfadekirinê ye’
Rojdayê bal kişand ser komkirina pirtûka “Destpêka Jineolojiyê” ya ji aliyê polîsan ve û wiha got:”Îktidarên îro li Tirkiyeyê dewamiya hişmendiya mêrane ya sîstema kapîtalîst e. Dixwazin rastiya jinan û civakî ji holê rakin. Loma êrişî kovarên Jineolojiyê dikin. Ev êrişeke cidî ye. Li ser pirtûka Destpêka Jineolojiyê jin bi salan e nîqaşên xwe didin meşandin. Li vir jî panel hat lidarxistin û hîn panelê dewam dikir polîsan dest xistin ser pirtûka ‘Destpêka Jineolojiyê’. Êrişa li idjî Jineolojiyê, li dijî raman û xweîfadekirinê ye. Em wekî jin li dijî van êrişana îradeya xwe, mejiyê xwe bidin jiyîn û xebatên Jineolojiyê dewam bikin. Ji bo heqîqet derkeve holê divê civak xwedî li van xebatana derkevin. Em hêvî dikin em ê bi civakê re bi van xebatana jiyanê biguherin.”