Zarokên penaber ên bê qeyd: Saetên di jêrzemînan de derbas dibin

  • 09:03 26 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Zarokên penaber ên bê qeyd, ji bo ranta dewletan tune tên hesibandin. Zarokên bê qeyd di jêrzemînan de ku wek ‘kreşan’ e têkoşîna jiyanê didin.
 
Yek ji bajarê ku penaber lê zêde dijîn Stenbol e. Li gorî daneyên fermî yên wezareta karê hundir li Tirkiyeyê nêzî 200 hezar penaberên Afrîkayî hene û ji van ji sedî 70’ê li Stenbolê dijîn. Li hember penaberan her tim zext hene û hedef tên girtin. Penaberên bê qeyd jî li navendên şûnde şandinê her tim bi binpêkirinan re tên rû hev.
 Beşek mezin a ji penaberên Afrîkayî yên li Stenbolê dijî ji Nîjeryayê koç kirine. Ji ber sedemên aborî koç kirine. Bi soza kar tînin Tirkiyeyê û dixapînin. Pasaportên wan ji aliyê çeteyan ve tên desteserkirin. Ji ber riya koçberiyê ji bo jinan ne bi ewle ye mêr ewil koç dikin û pereyê qezenc dikin dişînin ji malbatên xwe re û piştre malbatan digirin cem xwe. Yên ji ber sedemên siyasî koç dikin jî zimanê Îgbo bi kar tînin. Piranî kesên ji ber sedemên siyasî koçber bûne jî Xiristiyan in.
 
Di qatê bodrumê de kreş
 
Me berê kamerayên xwe da rewşa penaberan, zarokên di bodruman de dijîn. Ev bodrum tavê nabînin û wek kreşê ne. Zarok me pêşwazî dikin. Bebekên ku hîna yek saliya xwe tije nekirin û zarokên tevî ku 10 salî ne û naçin dibistanê hene. Di hundirê dergûşekê de 5 bebek bi hev re dimînin. Ode, mutbex, lavabo ji bo zarokan xetereya jiyanê ava dikin lê malbat ji bo jiyana xwe bidomînin û zarokên xwe biparêzin li vê bodrumê dimînin. Sîeera Leonelî ya li zarokan dinêre ji ber ewlehiyê nexwest em paşnav û dîmen bidin.
 
‘Rewşa jinên penaber ne hêsan e’
 
Sîerra Leonelî diyar kir ku tu kes li rewşa wan napirse û alîkariyê nade wan û got: “Tevî xizanî û tunebûnê her tiştî ez çareser dikim. Ji ber pirsgirêkên aborî du sal berê em ji Nîjeryayê hatin. Berê du jinên Nîjeryayê li vir li zarokan mêze dikirin. Destûra wan a rûniştinê tunebû. Piştî operasyona hat kirin vegerandin Nîjeryayê. Keça min dihat kreşê. Dema ew çûn ez hatim vir. Min dest bi xebatê kir. Rewşa jinên penaber qet ne hêsan e.”
 
Zarok di odeyên ku mişk tê de ne dijîn
 
Sîerrayê şertên kreşa di qatê jêrzemînan de ye û 15 zarok lê dimînin vegot û wiha anî ziman: “Mişk, pêşû, mêş hene. Dema baran dibare lehî radibe. Ava tuwaletê radibe. Ez li vir mamostetiyê dikim. Zarok li vir dersên wek matematîk û îngîlîzî fêr dibin. Malbat hinek pere didin. Ez 8 hezar pere digirim. Ev pere têrî tiştekî nake. Beriya min 25 zarok li vir diman. Ji ber operaysonan malbatan piranî zarokên xwe ji vir girtin. Zarok bi giştî 14 saetan li vir dimînin. Carnan jî rojek du rojan dimînin.”
 
‘Ev zarok tune ne’
 
Sîerra Leonelî wiha dirêjî dayê: “Zarokên li vir tên dinê qeyda wan ne li Nîjerya ne jî li Tirkiyeyê heye. Ev zarok tune ne, ji ber vê nikarin biçin nexweşxane û dibistanê. Zaork ne bi tirkî ne jî zimanê xwe dizanin. Ji ber malbatên wan dixebitin perwerdehiyê nagirin. Kreş ji bo wan  cihê starbûnê ye û xwarinê dixwin. Malbat bi şev zarokên xwe digirin û sibehê dîsa tînin.”
 
Ji ber qeyd tune ye 8 hezar TL mûçe digirin
 
Agahiyên me ji penaberên Afrîkayî yên derdorê girtine jî wiha ne: “Di malekê de sê malbat dimînin. Yên ne zewicandî jî 20 kes li malekê dimînin. Piranî di atolyeyan de bê sîgorte û bê qeyd dixebitin. Di karê kargoyê dixebitin. Mehane 8 hezar TL dikarin bigirin. Bê qeyd dixebitin û li navendên şûnde şandinê îşkenceyê dibînin.”