Di êrîşên Îsraîlê de hejmara miriyan derket 37 hezar û 372 kesî
- 20:33 18 Hezîran 2024
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN-Li gorî bîlançoya nû ya ku Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê li Xezeyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha hejmara miriyan derket 37 hezar û 372 kesan.
Wezareta Tenduristiyê roja Sêşemê ragihand ku di şerê ku zêdetirî 8 meh berê dest pê kiribû de hejmara miriyan gihîştiye 37 hezar û 372 kesan.
Di daxuyaniya ku der barê mijarê de hat gotin ku di 24 saetên dawîn de herî kêm 25 kes mirin û ji 7’ê Cotmehê û vir ve li ser axa Filistînê 85 hezar û 452 kes jî birîndar bûn.