Li dijî hişbirê Kargeha Zarokan hat lidarxisitn
- 12:15 6 Tebax 2026
- Çand û Huner
AMED - Ma Musîc Center ku yek ji pêkhateya Platforma Şiyar Be ye di çarçoveya têkoşîna li dijî belavbûna madeyên hişbir û fihûşê de, li Amedê bi Gerok Mayê Kargeha Muzîkê ya Zarokan li dar xist.
Ma Musîc Center ku yek ji pêkhateya Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be ye di çarçoveya têkoşîna li dijî belavbûna madeyên hişbir û fihûşê de, duh li Sîteya Batîkentê ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê bi Gerok Mayê Kargeha Muzîkê ya Zarokan li dar xist. Di çalakiya ku di çarçoveya pêngava “Rabinê” de hate destpêkirin de bal hat kişandin ser metirsiya polîtîkayên şerê taybet ên li ser zarok û ciwanan. Di çalakiyê de bi zarokan re stran hatin gotin, lîstik hatin lîstin, li ser potikan wêne hatin xêzkirin û bi amûran rîtîm hatin girtin. Zarokên Sîteya Batikêntê eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan.
Perwerdekarên Ma Musîcê diyar kirin ku xwesteke wan ew e ku zarok bi ziman û çanda xwe mezin bibin û li kolanan bêtirs bi hevalên xwe re bilîzin. Perwerdekaran da zanîn ku çalakiyên bi vî awayî dê bidomînin. Perwerdekarên Ma Musîcê piştî kargeha bi zarokan re tev li civîna gel a Platforma Şiyar Beyê bi şêniyên Sîteya Batikentê re li dar xistin bûn. Di civînê de bal hat kişandin ser belavbûna hişbir, tiryak û fihûşê û hate xwestin ku her kes li dijî vê yekê di nava têkoşînê de cih bigire.







