Banga 8’ê Adarê: Em li dijî tundî û xizaniyê ne

  • 20:37 4 Mart 2026
  • Rojane
STENBOL- Platforma Jinan  a Avcilarê beriya 8’ê Adarê daxuyaniyek da û li dijî tundiya mêr û polîtîkayên bêcezahiştinê banga têkoşînê kir.
 
Platforma Jinan a Avcilarê beriya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ber Abîdeya Erdhejê ya Avcilarê daxuyaniyek da. Endama Egîtîm Senê Songul Maçoglu xwend. Jinan pankarta ‘Em li dijî tundî, xizanî, binpêkirin, şer di serhildanê de ne’ vekirin û dirûşme berz kirin.
 
Songul Maçoglu daxuyakirin ku di van şertên xizaniyê de barê mezin li ser jinan tê barkirin û bi polîtîkayên ‘sala malbatê’ dixwazin jinan hepsê malê bikin. Songul Maçoglu daxuyakirin ku jin wek hêzar erzan a kar tê binpêkirin û li dijî xespkirina mafê sendîka, tacîz û mobîngê banga têkoşînê kir.
 
‘Tundî bi bêcezahiştinê mezin dibe’
 
Songul Maçoglu wiha dirêjî dayê: “Tundiya mêr ne munferîte. Tundî bi polîtîkayên dewletê û pêkanînên bêcezahiştinê mezin dibe.  Tehemula me ji bo windakirina yek jinekê nemaye.Tundî bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên rewakirin. Mafê welidîn, kurajê aydê jinane. Divê qedexeyên li pêş kurtajê bên rakirin. Divê rêbazên kontrola welidîn û aşiya HPV’ê bê pere be. Jinên têkoşîna azadî û wekheviyê didin jî hedef tên giritn. Lê girtin û binçavkirin nikarin me biçewisînin.”
 
Banga ji bo 8’ê Adarê
 
Songul Maçoglu di dawiya axaftina xwe de bang a ji bo tevlilbûna mîtînga 8’ê Adarê ya saet di 13.00’an de li Kadikoyê pêk tê û hMeşa şevê ya Femînîst ya saet di 19.30’an de li Taksîmê pêk tê kir.