Pervîn Buldan: Di pêvajoya aştiyê de Birêz Ocalan herî zêde bi jinan bawer e
- 09:03 14 Aralık 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Endama Heyeta DEM Partiyê Pervîn Buldan got: “Ez zelal îfade bikim; Birêz Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde bi jinan bawer e, ji ber yên şer didin destpêkirin mêr in.”
Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rola jinan a di aştiyê de ji ajansa me re nirxand. Pervîn Buldan da zanîn ku fikr û nêrînên yên li ser azadiya jinê û civaka demokratîk îro di navenda pêvajoya aştiyê de cih digirin.
‘Di her hevdîtinê de rojeva jinê hebû’
Pervîn Buldan balkişand ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku re ku bi salane ew jî di hevdîtinan de cih digire û wiha got: “Bi salane di her hevdîtina me kiriye de teqez rojeva jinê hebû. Ji ber girîngiyê dide vê mijarê. Yek esasên paradîgma îro em nîqaş dikin jî teqezbûna vê rastiyê ye. Birêz Ocalan her tim tiştên nû fikirî û der barê rojevê de nêrînên nû pêş xist. Di axaftinên me de pir derbas bûye, ji ser çîroka xwe ji me re vegot. Birêz Ocalan ji zarokatiya xwe de têkliya jin û mêr ya heyî lêpirsîn kiriye. Li dijî zewaca di temenê biçûk de ya xwişka xwe ya hevala xwe ya zarokatiyê sekiniye. Ji destpêka ewil de jî tevlibûna jinan a têkoşînê girîng dîtiye.”
‘Tevlibûna jinan a têkoşînê pêşdaraz şikandin’
Pervîn Buldan daxuyakirin ku bi salên 90’î re tevlibûna jinan têkoşînê gelek pêşdaraz şikandiye û got: “Azadiya jinê dikeve navenda nîqaşan. Birêz Ocalan bi vê re îdeolojiya rizgariya jinê pêş dixîne. Di parastinên li Îmraliyê de ‘serdestiya mêr a 5 hezar salî’ analîz kir. Berdewama wê zanista Jineolojiyê derket holê. Ez dikarin ji nîqaşên Birêz Ocalan yên bi me re mînak bidim, demên ewil de ev mijareke di têkoşîna azadiyê de dihat dîtin, lê îro heqîqeteke jinê ya ku di dilê azadiyê de ye heye.”
‘Di serkeftina pêvajoyê de rolek mezin dide ser jinan
Pervîn Buldan der barê ‘paradîgma azadixwaz a jinê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir û wiha anî ziman: “Di her hevdîtinê de rojevek pirsgirêka azadiya jinê ye. Di mijara serkeftina pêvajoyê de rolek mezin dide ser jinan. Li dijî serdetiya mêr xeta azadiya jinê û rastiya civaka dayiksalar îfade dike. Ji jinan re dibêje ku divê heqîqet derkeve holê. Dibêje jin dixwazin çawa bijîn bila bijîn lê divê di vê jiyanê de sosyalîst bin. Ez dikarim bêjeim ku her tim îfade kiriye ku divê jin di jiyanek azad de kirdeya damezerîner be.”
Tevgera ku azadiya jinê têde tunebe nikare xwe azad bike
Pervîn Buldan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan têkoşîna jinan parçeyek têkoşîna demokrasî û azadiyê dibîne û ev tişt anî ziman: “ Her tim tîne ziman û dibêje jiyanek nû û pêşerojeke sosyalîst demokratîk bi feraseteke komunal a ku azadiya jinê esas digire pêkane. Ya duyemîn jî girîngiyê dide têkiliya jin û azadiyê. Tevgera ku azadiya jinê têde tunebe nikare xwe azad bike.”
Pervîn Buldan balkişand ser têgeha ‘kujerê kastîk’ ku hevdîtina dawî de bikar anîbû de jî wiha got: “Di hevdîtinên me de têgeha ‘kujerê kastîk’ wek kuluba mêrên neçîrvan a êrîşê civakîbûna jinan dike pênase kir. Wek sazbûneke ku xwe ji ser civakê bi zext û tundiye heyî dike û heman demê de destnedan û pîroz dibîne, îfade kir.”
‘Birêz Ocalan jinan hêza damezerîner dibîne’
Pervîn Buldan daxuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan wek ‘hêza esas a damezerîner’ dibîne û wiha vegot: “Ji ber vê dipê ku jin di pêvajoyên çareseriyê de rola aktîf bilîzin. Ev pir aşkera îfade dikim; Birêz Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde bi jinan bawer e. Ji ber yên şer derdixin mêrin. Ji 27’ê Sibatê het aniha em li geşedanan binêrin li gorî min di aştiyê de rola jinan gelek girînge.”
‘Ji dewletê cidiyet, ewlehiya qanûnî dipê’
Pervîn Buldan bendewarî û hêviyên Rêberê Gelê Kurd yên ji pêvajoyê jî nirxand û got: “Bendewariyên wî yên rasyonel yên zemîna hiqûqî û siyasî, qanûnî heye. îradeya çareseryê tame; lê ev rastiyeke ku ji dewletê cidiyet, ewlehiya qanûnî û gavên demokratîk dipê. Bêguman hêviya wî civak bixwe ye. Ji ber vê jî ji daxuyaniya 27’ê Sibatê re got ‘Aştî û Civaka Demokratîk’. Dîsa xwedîderketina li pêvajoyê, yekitiya Tirk-Kurd gavên bi hêvî dibîne.”
Pervîn Buldan di berdewamiyê de wiha vegot: “Em wek DEM Partî bêguman tiştên ku Birêz Ocalan îfade dike esas digirin. Lê divê hemû partiyên din jî vê baldar bigirin. Ger ku em aştiyê ava bikin ev ne tenê berprsiyariya DEM Partiyê ye ya hemû partiyan e.”
‘Divê şertên ragîhandinê pêk bên’
Pervîn Buldan serdana komîsyona meclîsê ya Îmraliyê jî nirxand û wiha domand: “Birêz Ocalan ji destpêkê de dibêje ku divê nîqaş û pêvajo zelal bin. Mînak sedema ku daxwaza wî ya bi her alî re hevdîtinê bike jî ev bû. Dixwaze vebêje û nîqaş bike. Birêz Ocalan got ji bo hevdîtina komîsyonê bi fêde be divê bi rayagiştî re bê parvekirin. Her wiha rojeva Sûriyeyê jî dem bi dem tê berovajîkirin. Birêz Ocalan ji vê rewşê nerehete. Bêguman rol û hêza wî ya li wir jî heye. Lê di vê mijarê de bendewarî hebe divê diyalog, xebartek azad û şertên ragîhandinê pêk bên.”







