Pêşangeha hunerî ya li Rêya Armûşê

  • 19:55 27 Ocak 2025
  • Rojane
 
WAN - Şaredariya Rêya Armûşê pêşangeha wêneyan a bi navê "Pêşangeha hunerî ya ji vezîvirandinê û zirara ku em didin xwezayê" vekir.
 
Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê pêşangeha wêneyan a bi navê "Pêşangeha hunerî ya ji vezîvirandinê û zirara ku em didin xwezayê" vekir. Di pêşangeha ku li Galeriya Hunerê ya Rêya Armûşê ya Ataturk hat lidarxistin de hevşaredarên Rêya Armûşê, endamên meclîsên şaredariyê, rêxistinên bajêr û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û malbat jî amade bûn. TUHAY-DER û gelek kes beşdar bûn.
 
'Armanca me avakirina bajarên ekolojîk e'
 
Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay di pêşangehê de got, “Armanca vekirina me ya îro ew e ku em bajarên ekolojîk ên ku paradîgmaya rêveberiyên me yên herêmî hewce dike, ava bikin.”
 
Herî dawî Hevserokê DEM Partiyê yê bajêr Veysî Dîlekçî jî bal kişand ser girîngiya ekolojiyê. 
 
Pêşangeh bi serdanê bi dawî bû.